Jinekê 1.5 milyon dolar ji malbatekê wergirt û reviya

18-04-2023
Dilniya Rehman
Li Hewlêrê jineke 40 salî pereyên 6 kesên ji malbatekê birine û reviyaye.
Li Hewlêrê jineke 40 salî pereyên 6 kesên ji malbatekê birine û reviyaye.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Hewlêrê jinekê bi navê Hale Wezah bi soza avakirina şîrketa geştên esmanî û dayîna sûdeke zêde, 1 milyon û 570 hezar dolar pere ji malbatekê wergirtiye û reviyaye. Malbatê ji bo girtina jinê serlêdana polîs kiriye, lê heta niha ti agahî li ser wê jinê nehatine zanîn û nehatiye desteserkirin.

Li gor îdiayan, Hale Wazeh a 40 salî bi eslê xwe Iraqî ye, lê demeke dirêje li Urdinê dijî, û di sala 2018an de ji bo “şirketeke balafiran ava bike” li Hewlêrê bi cih bûye.

Jina bi navê “Esma” ya 58 salî ji Rûdawê re ragihand ku ew ji malbateke naskirî ya Hewlêrê ne û ji ber wê jî naxwazin bi tevahî nasnameya xwe eşkere bikin.

Bi gotina Esmayê, wê û sê xwîşkên wê, bira û xwarziyekî wan 1 milyon û 570 hezar dolar dane Hale Wezah ku nasekî wan e, lê ew demek e ku reviyaye û xwe winda kiriye.

Hale Wezah keça keçxala dayika Esmayê ye. Esma dibêje, ew dayika 5 zarokan e, kirêçî ye û hevjînê wê nikare kar bikem lewra bi armanca bidestxistina dahatekê, wê 60 hezar dolar ku ji bavê xwe wek mîrat wergirtibû, daye Hale Wezahê.

Mexdûrê diyar kir ku wan beriya demekê Hale Wazeh nas kiriye, 9 mehan ew li mala bavê xwe mêvan kirine û piştre jî gelek pere dane wê û soz jê wergirtine ku “ji şîrketa balafiran pareke zêde qezencê bistînin.”

Esma ji Rûdawê re got: “Min 60 hezar dolarên xwe yên ku min teserûf kirin da. Bi birayê xwe, sê xwişk û biraziyê xwe re me milyonek û 570 hezar dolar da. Yên din digotin li şûna ku hûn bi min re hevkariyê bikin û bi ser bikevin, hûn bi ser dikevin. Me jî bawer kir. Birayê min 300 hezar dolar da, ji bo çend mehan 400-600 dolar qezenc da, me jî bawer kir.”

Esma herwiha ji Rûdawê re diyar kir: “Haleyê got pere bidin min, em dê kompanyayekê deynin û em dê şirîkê hev bin, çima ez ji bo xelkê din kar bikim, pere bidin min û ezê qezencê bidim we…, birayê min pere dayê û mala dayika min pere dan, herwiha xwîşkên min jî.”

Birayekî Esmayê ku 300 heza rdolar daye Haleyê, dibêje ku nêzîkî du salan her mehê 400 heta 600 dolar wek qezend wergirtiye, lê paşê ti pereyek wernegirtiye. Bi gotina wî kesî, wê jinê pereyên hin kesên din jî birine.

Birayê Esmayê ji bo girtina Hale Wazehê 5 giliyên cuda qeyd kirine. Lê polîsan diyar kir ku jina navborî bi heman awayî kesên din jî xapandiye û giliyên din jî derbarê wê de hene.

Birayê Esmayê diyar kir: “Bi navê xizmatiya ligel malbata min, li ser navê şirîkatî û firotina bilêtan û karê firokevaniyê ew pere wergirt, lê derewîn derket. Beriya salekê min gilî li ser qeyd kir li Binkeya Polîs a Xaneqa, lê heta niha nehatiye desteserkirin.”

Li gor zanyariyên Rûdawê, Hale Wezah ew keça ku pere biriye 40 salî ye, bavê wê Ereb e û piştî rûxana rejîma Beis li Iraqê diçin Urdinê. Sala 2014an piştî ku dayik û bavê wê ji hev cuda dibin, ligel dayik û xwîşka xwe tên Hewlêrê, 9 mehan li mala bavê Esmayê maye, paşê di kompanyayeke balafirxaniyê de dest bi kar dike. Sala 2018an bi hinceta danîna kompanyaya firokevaniyê  di salekê de 1 milyon û 570 hezar dolar ji malbata Esmayê wergirtiye.

Di 23-12-2022 de biryara desteserkirina wê jina ku pere revandine, hatiye derxistin û nêzî mehekê ye ku hatiye desteserkirin. Paşê bi kefaleta Esmayê hatiye berdan daku pereyê wan bide, lê niha reviyaye û kes nizane li kuderê ye.

Malbata Esmayê heta niha li 5 navendên polîs li Hewlêrê li dijî wê jinê gilî tomar kirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst