Komîteya Pêşmerge: Ger encameke rapora me hebûya Tirkiyê êrîş nedikir

18-04-2022
RÛDAW
Nîşan Pêşmerge Parlamentoya Kurdistanê Tirkiye PKK Operasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Biryarderê Komîteya Karûbarên Pêşmerge di Parlamentoya Kurdistanê de dibêje, herî zêde welatiyên sivîl ji şerê navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê zirarê dikin û diyar dike, berê wan têkildarî êrîşên Tirkiyê raporek amade kiribû û radestî serokatiya Parlamentoyê kiribû lê ti encamek jê derneketiye ji ber ku eger encamek hebûya, Tirkiyê êrîş nedikir.

Rzigar Şehîd Mihemed, Birarderê Komîteya Karûbarên Pêşmerge di Parlamentoya Kurdistanê de ji Rûdawê re got, komîteya wan tekez derbaê rewşê de dicive û dê nirxandineke rewşê bike.

Rzigar Şehîd Mihemed got, “Me berê ji bo zanîna hokarên êrîşên esmanî yên Tirkiyê bi sê komîteyan serdana tevahiya navçeyên sînorî û wan cihan kir ku şer lê hene, Me encama xwe bi raporekê da Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û me daxwaz kir, li ser asta bilind ligel welatan gotûbêj bê kirin û Iraq jî bî ser xet, lê mixabin encamek ji derneket, eger encama wê hebûya, îro Tirkiyê êrîş nedikir.”

Birarderê Komîteya Karûbarên Pêşmerge herwiha da xuyakirin ku komîteya wan heftiya derbasbûyî civiyaye û behsa êrîşên berê yên Tirkiyê kiriye û tekez kir, “Serokê Komîteyê got em li ser xet in ji bo nehîştina pêwendiyan, lê mixabin êrîş berdewam e.”

Têkildarî operasyona nû ya Tirkiyê ya li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê jî, Birarderê Komîteya Karûbarên Pêşmerge ragihand, “Careke din xelkên gund dibin qurbanî û zirarê dikin. Me berê jî li gel wan qise kiriye û me dîtiye ku di encama bordûmanê de nikarin tiştekî bikin û karên xwe rawestandine.”

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê, Hulusî Akar jî îro derbarê operasyona welatê xwe de ragihand, weke ku plan kirine operasyonên wan birêve diçin û armanca ku di qonaxa yekem de diyar kiribûn bidest xistine lê derbarê operasyonê de zêdetir hûrgûlî nedane.

Tirkiyê îro li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê li dijî PKKê operasyoneke nû da destpêkirin. Operasyon li navçeyên Metîna, Zap, Avaşîn-Basyan birêve diçe.

Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihandiye, şerekî giran di navbera gerîlayên wan û leşkerên Tirkiyê de derketiye û 28 leşker ji aliyê hêzên wan ve hatine kuştin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî dibêje, di operasyonê de heta niha herî kêm 19 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst