Çîroka Mihemed Silo yê çekdarên Dîfaa Wetenî êrîşî mala wî kirin

18-04-2022
RÛDAW
Mihemed Elî Salih Silo ji zikmakî ve bi nexweşiyekê ketiye û her demekê ji ser hişê xwe diçe
Mihemed Elî Salih Silo ji zikmakî ve bi nexweşiyekê ketiye û her demekê ji ser hişê xwe diçe
Nîşan Qamişlo Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mihemed Elî Salih Silo, welatiyekî Qamişlo ye, ji zikmakî ve nexweş e, her meh yan meh û nîvekê, carekê ji ser hişê xwe diçe û nîvê laşê wî pûç dibe, piştre hêdî hêdî tê ser hişê xwe.

Welatiyê Kurd yê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, Mihemed Elî  Salih Silo yê 42 salî ji zikmakî ve nexweşe.

Mihemed Elî her serê meh yan meh û nîvekê, carekê tûşî newbeyê dibe û nîvê laşê wî pûç dibe, piştre vedgere baş dibe, lê her car heman tişt dubare dibe.

Mihemed ji Rûdawê re got, ew carekê hate emeliyatkirin, lê dema ku hîn birîndar wî xav bû û rihet nebûbû, çekdarên Dîfaa Watenî yên ser bi Hikûmeta Sûriyê ve êrîşî mala wî kirin û ew girtin û îşkence kirin, ji ber wê lêdanê birîna emeliyatê vebû û baş nebû, emeliyat têç çû.

Mihemed Silo jiyana xwe li ser dermanan diqedîne û dibêje, ew her meh bi 300 hezar lîreyên Sûrî derman dikire.

Silo da zanîn ku dema sala 2020, malbata wî, wî dibin Şamê û neştergeriyê jêre  encam didin, vedgere Qamişlo, wê demê şer di navbera Rêveberiya Xweser  û çekdarên Dîfaa Wetenî yên ser bi Hikûmeta Sûriyê de rû dide.

Ji ber ku mala Mihemed jî li tenîşt çargoşeya ewlekariyê ye, girûpa  Dîfaa Watenî êrîşî malên Kurdan li wê navçeyê dike û Mihemed jî direvîne û wî çend rojan li cem xwe dihêle û piştre wî  davêjin ber deriyê malê.

Mihemed ji ber lêdana zêde neştergeriya wî bê encam dibe û ji wê demê ve û heya niha li erdê ye û zêdî 10 gavan nikare bavêje. Mehane bi 300 hezar lîreyên sûrî wate derdora 100 dolarê amrîkî  pêwistiya wî bi dermanan heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst