Li Efrînê 650 hezar Ereb û Tirkmenên hawirde hatine bicihkirin

18-03-2022
Hisên Omer
Li Efrînê 650 hezar Ereb û Tirkmenên hawirde hatine bicihkirin
Li Efrînê 650 hezar Ereb û Tirkmenên hawirde hatine bicihkirin
Nîşan Efrîn Guhertina Demografiyê Erebên Hawirde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çar sal di ser dagirkirina Efrînê re derbas dibin. Ji wê demê het niha bi awayekî plankî ji aliyê Tirkiyê ve demografiya Efrînê tê guhertin û 650 hezar Ereb û Tirkmenên hawirde lê hatine bicihkirin.

Li navenda bajarê Efrînê piştî 4 salan ji dagîrkirina Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê ve, demografyaya wê herêma Kurdistanî ku rêjeya Kurdan lê derdora 98% bûye, bi temamî hetiye guhetin.

Bi sedhezaran Ereb û Tirkmenên hawirde lê hatine niştecîkirin û bêhtirî 60% ji nişteciyên wê yên resen hatine koçberkirin.

Li Efrînê Guhertina Demografiyê

Li gorî zanyariyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji çend çavkaniyên ji herêma Efrinê wergirtine, niha li Efrînê:

650 hezar Ereb û Tirkumen li Efrînê hatine niştecîkirin

250 hezar ta 300 hezar Kurd li herêma Efrînê mane

Niha ji sedî 35 ji nişteciyên Kurd mane

100 hezar Kurd li navçeya Şehba koçber in

5 kampên koçberan li Şehba hene

Parêzerê Efrînî Ednan Mûrad ji Tora Medyayî ya Rûdawê got rêjeya guhertina demografîk li hemû gund û bajarokan ne wek heve, lê çareserî alîkariya xelkê Efrînê ji bo vegerê ye.

Parêzer Ednan Mûrad “Li Efrînê demohrafî tê guhertin bi şeklekî plankiri. Lê bi rastî hinek gund hene ji sedî sed bûne Ereb. Li hinek gundan sedî 90 Kurd li ser axa xwe mane. Li hinek cihan jî malên ku valabûne ji sedî sed bûne Tirk û Ereb. Ji ber wê yekê miletê me yêk ku dikaribe vegere ser axa xwe wê demê ew plana ku ji bo guhertina demografiya Efrînî hatiye danîn bidin sekinandinê.”

Piştî dagîrkirina Efrînê, derdora 300 hezar Efrînî ji herêma xwe koçber bûbûn. Beşek ji wan gihiştin Heleb, Kobanî û cizîrê. Beşek jî penaberî Tirkiyê, başûrê Kurdistanê û Ewropayê bûn. Lê derdora 100 hezar koçber jî li herêma Şehba li nav kampan an jî li nav gund û bajarokên navçeyê niştecî bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst