Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Gel a Tirkmenan êrişa li Kerkûkê ya li cotkarên Kurd bi tundî şermezar kir.
Partiya Gel a Tirkmenan daxuyand ku ew her cureyên zextê yên li ser xelkê sivîl red dikin.
Artêşa Îraqê doh li nahiyeya Sergeranê ya Kerkûkê êrişî cotkarên Kurd kir û hewl da wan ji erdên wan derxe.
Partiya Gel a Tirkmenan derbarê êrişa leşkerên artêşa Îraqê ya li ser cotkarên Kurd daxuyaniyek belav kir û êriş bi tundî şermezar kir.
Partiya Gel a Tirkmenan bi bîr xist ku di serdema rejîma berê de, erdên cotkarên li herêmê bi zorê ji wan hatine standin û ew erd li kesên ku ji deverên din hatibûn anîn hatine belavkirin.
Partiya Gel a Tirkmenan da zanîn ku Parlamentoya Îraqê dengê xwe daye ku biryarên Konseya Şoreşê ya Fermandariyê werin betalkirin û li ser vê yekê cotkarên navborî xwestiye vegerin herêmên xwe.
“Mafê her kesî heye”
Di daxuyaniya Partiya Gel a Tirkmenan de wiha hat gotin:
“Mafê hemû pêkhateyan heye ku di çarçoveya yasayî de erdên xwe bi dest bixin.
Em her cure kiryarên zextkar ên li dijî kesên bêçek ên ku dixwazin mafên xwe yên rewa bi dest bixin, red dikin."
"Divê artêş têkilî kar û barên sivîlan nebe"
Partiya Gel a Tirkmenan amaje bi wê yekê kir ku divê artêş xwe têkilî bûyerên bi vî rengî neke û tekez kir ku erkê sereke yê artêşê parastina sînorên welêt e û got:
"Divê artêş têkilî wan kar û barên sivîlan nebe ku divê bi rêbazên yasayî û îdarî werin çareserkirin."
Partiyê bangî rayedarên berpirsyar kir û xwest ku lêpirsîneke zelal û dadmend li ser bûyerên dawî were kirin.
Partiya Gel a Tirkmenan her wiha xwest ku lêpirsîn li ser kesên ku tev li bikaranîna tundiya li cotkaran bûne dest pê bike û tedbîrên pêwîst werin wergirtin da ku bûyerên bi vî rengî careke din çênebin.
Li gorî Partiya Gel a Tirkmenan, divê ji bo pêkanîna edaletê û parastina jiyana bihevre ya li Îraqê zimanê diyalogê serdest bibe.
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin, "Divê ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên mayî rêya diyalogê were tercîhkirin û alozî werin kêmkirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse