Mêrdîn - Yerlîkaya li ser qeyûman axivî

18-02-2025
RÛDAW
Nîşan Alî Yerlîkaya Mêrdîn Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku eger serokekî şaredariyê ji tawana terorê ceza wergire an jî bê girtin ew bi awayekî demkî ji kar tê dûrxistin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlêkaya li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê di civîna bi navê “Aramiya Tirkiyeyê” de derbarê polîtîkayên ewlehiyê û operasyonên hêzên ewlekariyê yên Tirkiyeyê de axivî.

Yerlîkaya eşkere kir ku wan sala 2024an bi hinceta PKK/KCKyê li gundewaran 2 hezar û 591 û li bajaran jî 268 operasyon pêk anîne û got:

"Em dibînin ku di van operasyonan de 600 kes hatine desteserkirin, 95 kes hatine girtin û derbarê 43 kesan de jî biryara kontrola dadî hatiye dayîn

Her wiha di van operasyonên li gundewar û bajaran de sala 2024an 63 terorîst hatine bêbandorkirin.”

142 hezar koçber hatine desteserkirin

Alî Yerlîkaya ragihand ku sala 2024an di encama kontrola nasnameyan de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 164 hezar koçberên neyasayî hatine destnîşankirin û 142 hezar û 526 koçber hatin deportkirin.

Qeyûm

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê di berdewamiya axaftina xwe de behsa polîtîkaya danîna qeyûman ên li ser şaredariyên DEM Partiyê û CHPyê jî kir û got:

"Eger şaredarek ji tawana terorê ceza wergire an jî bê girtin ew şaredar bi awayekî demkî ji kar tê dûrxistin. Yasayên Komara Tirkiyeyê vê yekê ferman dikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst