Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî diyar kir ku Pirsgirêka Kurdan bi çekê çareser nabe.
Bafil Talebanî ragihand ku bingeha hewlên aştiyê yên li Tirkiyeyê sala 1993yan ji aliyê Celal Talebanî ve hatiye danîn.
Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê bi serokatiya Pervîn Buldan û Sirrî Sureyya Onder îro li Silêmaniyê bi Serokê YNKyê Bafil Talebanî û Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî re civiya.
Bafil Celal Talebanî li Silêmaniyê heyeta Îmraliyê pêşwazî kir. Di civînê de endamê Polîtburoya YNKyê Qubad Talebanî jî amade bû.
Piştî civîna ku li navçeya Dabeşanê pêk hat, YNKyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Serokê YNKyê piştgiriya xwe ji bo pêvajoyê anî zimên û got:
"Em piştgiriyê didin her hewla ku mafên gelê Kurd li Tirkiyeyê diparêze. Wekî YNKyê ji bo serkeftina vê pêvajoya dîrokî em amade ne her tiştê ji me tê bikin."
Li gorî daxuyaniyê, di civînê de heyeta Îmraliyê silav û peyama Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan gihand Serokê YNKyê Bafil Talebanî.
Heyetê her wiha derbarê pêşketinên siyasî yên herêmê, pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê û hevdîtinên xwe yên bi Abdullah Ocalan re agahiyên berfireh dan.
"Çi ji destê me tê em dê bikin"
Talebanî destnîşan kir ku YNK xwedî stratejiyeke zelal e derbarê pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê û got:
"Em piştgiriyê didin her hewla ku mafên gelê Kurd li Tirkiyeyê diparêze.
Em wekî YNK amade ne ji bo vê pêvajoya dîrokî ya serkeftî her tiştê ji me tê bikin.
Bingeha van hewlan sala 1993yan ji aliyê Mam Celal ve hatiye danîn û em jî vê mîrateyê didomînin."
Serokê YNKyê got bêyî çareserkirina Pirsgirêka Kurdan li herêmê aştî û aramiya mayînde pêk nayê û wiha domand:
"Pirsgirêka Kurdan bi çek û şer çareser nabe, ev rê encam nade. Tenê rê ew e ku mirov vegere diyalogeke cidî û avaker.
Divê em hemû bi dilsozî bixebitin da ku vê derfeta dîrokî bi kar bînin.
Baweriya ne bi jiyana aştiyane ya bi hev re heye. Em naxwazin bibin gefek li ser ti welatên cîran.
Divê em bi zimanê diyalogê nêzîkî hemû aliyan bibin û zemîna lihevkirin û hevkariyê ava bikin.
Em dê her tiştê ji destê me tê bikin ji bo ku biratiya di navbera Kurd û Tirkan de xurt bikin û vê hewla neteweyî bigihînin serkeftinê."
Qubad Talebanî: Çi bikeve ser milê me em dê bikin
Qubad Talebanî jî derbarê civînê de daxuyanî da û got:
"YNKya ku li ser rêya Serok Mam Celal dimeşiya, xwedî helwesteke zelal û biryardar e derbarê çareserkirina Pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê.
Em dê wekî her demê bi hemû hêza xwe piştgiriya çareseriya aştiyane ya Pirsgirêka Kurd bikin.
Di vê çarçoveyê de, em dê bi serbilindî her peywira ku dikeve ser milê me wekî berpirsyariyeke neteweyî bi cih bînin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse