Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê, minîbûseke xwendekaran ket kanala avdanê û 10 xwendekar û şoferê minîbûsê birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, li Erzinganê servîsa xwendekaran a ku Ç.D. diajot ji rê derket û ket kanala avdanê.
Di qezayê de tevî ajokar 11 xwendekar jî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê qezayê.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mengucek Gaziyê ya Zanîngeha Bînalî Yildirimê ya Erzinganê.
Hat zanîn ku rewşa birîndaran baş e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse