MED- DER bi boneya Roja Zimanê Dayikê li Amedê çalakiyekê lidardixe

18-02-2022
RÛDAW
Nîşan MED-DER Roja Zimanê Dayikê Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komaleya Lêkolînên Çandê û Ziman a Mezopotamyayê (MED- DER) ji bo çalakiya xwe ya di çarçoveya Roja Zimanê Dayikê  de banga beşdarbûnê li welatiyan kir.

Komaleya Lêkolînên Çandê û Ziman a Mezopotamyayê (MED- DER) bi boneya Roja Zimanê Dayikê sibe 19yî Sibata 2022ê li Navçeya Yenîşehîr ya Amedê çalakiyekê li dar dixe.

Komelaya navborî ku ji 17yî Sibatê heta 23yî Sibatê weke “Heftiya Zimanê Dayikê” ragihandiye, derbarê wê çalakiya xwe de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û banga beşdarbûnê li welatiyan kir.

Komaleya Lêkolînên Çandê  û Ziman a Mezopotamyayê  di peyama xwe de dibêje : “Em ê bi sedema 21'ê Sibatê "Roja Zimanê Dayîkê Ya Cîhanê" bi dirûşmeya; "Zimanê Min Nasnameya Di Devê Min De Ye" şahiyekê li dar bixin. Di serî de dayîk û bav, saziyên sivîl û demokratîk, gelê me yê dildar û dilsozê Zimanê Kurdî ji heft, heta heftê salî vexwendiyê şahiya me ye.”

21ê Sibatê ji aliyê UNESCOyê ve di 17 Mijdara 1999an de li cihanê weke Roja Zimanê Dayikê hate qebulkirin.

Ev roj her sal li seranserê cîhanê bi çalakiyên corbicor  tê pîrozkirin. Armancên vê rojê balkişandina ser mafê perwerdehiya zimanê dayîkê, bilindkirina têgihiştina ji bo civakeke pirçandî û pirzimanî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst