Bavê Teyar birîndar bû

18-01-2025
RÛDAW
Bavê Teyar / Wêne: Rûdaw (Arşîv)
Bavê Teyar / Wêne: Rûdaw (Arşîv)
Nîşan Bavê Teyar Bendava Tişrînê Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şanoger û lîstikvan Cûma Xelîl Îbrahîm ê bi navê Bavê Teyar tê naskirin jî li Bendava Tişrînê birîndar bû.

Balafirên Tirkiyeyê sivîlên ku ji bo xwepêşandanê çûbûn Bendava Tişrînê bombebaran kirin.

Li gorî zanyariyên destpêkê, di encama bombebaranê de 4 kesan canê xwe ji dest daye û 15 kes jî birîndar bûne. 

Li gorî zanyariyên Rûdawê yek ji birîndaran Şanoger û lîstikvan Bavê Teyar e.

Hat zanîn ku Bavê Teyar û ew birîndarên din ji bo dermakirinê veguhasitine nexweşxaneyê.

Êrişên çekdarên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê" ya nêzikî Tirkiyeyê yên li hemberî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) berdewam dikin.

Li derdora Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê di navbera HSD û komên çekdar de şer û pevçûnên dijwar derdikevin dikin.

Her wiha Tirkiye jî bi dron, topbaran û balafirên şer wan deveran bombebaran dike.

Ji bo şermezarkriin û rawetandina şerê li Bendava Tişrînê bi hezaran sivîl çûne bendava Tişrînê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst