Li Xarpêtê erd hejiya

18-01-2024
RÛDAW
Nîşan Erdhej Xarpêt
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 3.6 pileyan çêbû.

Rêveberiya Kareseat û Rewşên Bilez (AFAD) li ser erdhejê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Kareseat û Rewşên Bilez (AFAD), demijimêr 15:59an li navenda bajarê Xarpêtê erdhejeke bi hêza 3.6 pileyan çêbûye.

Li gorî AFADê ew erdhej li kûrahiya 7.34 kîlometrayan çêbûye.

Derbarê zerer û ziyanên erdhejê de ti daxuyaniyek nehatiye belav kirin.

Di erdhehên 6ê Sibata îsal de li 11 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistan zêdetirî 50 hezar kesî canê xwe ji dest da û bi sed hezaran kes jî birîndar bûbûn.

Xarpêt jî yek ji wan parêzgehan bû ku 41 kesan di erdhejê de canê xwe ji dest dabû û hezar û 607 kes jî birîndar bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst