XARPÊT - Zarok ji ber germê berê xwe didin çeman

30-07-2023
RÛDAW
Nîşan Xarpêt Çemê Esporê Mîrvan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Mîrvanê ya Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê zarok ji ber germê berê xwe didin çeman.

Zarokên navçeyê ku ji germê bêzar bûne pêşiya Çemê Esporê bi keviran girtiye, wan ji xwe re golek çêkiriye û xwe tê de hênik dikin.

Welatî Enes Karan got “Ji ber hewa zêde germ e, em ji bo xwe hênik bikin bi hevalan re têne vê derê. Em ligel hevalan tên û stresa me kêm dibe. Ava wê gelekî paqij e. Ji ber ku em li herêmên bejahî dijîn hewzên li bajaran nînin. Em li vê derê gelekî bextewer in.”

Zarok rojane tên çem û demjimêrên germ di nav çem de derbas dikin.

Welatî Bedirhan Suner diyar kir “Em tên li vê derê avjeniyê dikin. Ji ber hewa germ e em xwe hênik dikin. Em bi hevalan re lîstikên avê dilîzin û xwe ji ser keviran diavêjin.”

Li Bakurê Kurdistanê pileya germê her diçe bilindtir dibe û li gor Saziya Keşnasiya Tirkiyeyê, dê di çend rojên pêşiya me de li Xarpêtê jî pileya germê 40î derbas dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst