Artêşa Tirkiyê li Mêrdîn-Bagokê dest bi operasyoneke nû kir

18-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Navxwe ya Tirkiyê li parêzgeha Merdînê ya Bakurê Kurdistanê, operasyoneke leşkerî da destpêkirin.

Li gor Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, li herêma Çiyayê Bagokê ya Mêrdînê bi hinceta PKKê operasyona “Eren Dorpêç Payîz-Zivistan-22” hatiye destpêkirin.

Wezareta Navxwe ragihandiye ku operasyon li navçeya herêma Çiyayê Bagokê, ji aliyê Fermandariya Cendirme ya Mêrdînê ve tê birêvebirin û 655 cendirmeyên hêzên taybet, polîsên hêzên taybet, komando û cerdevan beşdar dibin ku ji 50 tîman pêk tên.

Artêşa Trikiyê rêze operasyonên xwe yên bi navê Eren Zivistan bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê li parêzgehên cuda yên Bakurê Kurdistanê dane destpêkirin û hê jî li ser wan operasyonan berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst