Încekan: Rewşa li kampên koçberan trajedîyeke mirovî û netewî ye

18-01-2020
Murat Ozdemîr
Nîşan Kampên Koçberan Başurê Kurdistanê Abdullah Încekan Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Pedagogê Kurd Abdullah Încekan ku serdana koçberan kiribû dibêje ew rastî trajediyekê hatiye û amaje bi wê dike ew rewşa li kampan karîgeriyeke xerap li ser siberoja zarokan dike.

Ji ber şer û pevçûn û aloziyên di van salên dawîn de hejmareke zêde ya Kurdan ji cih û warên xwe bûn, çi li Rojava û çi jî li Başurê Kurdistanê be.

Ji bo wan Kurdên ku koçber bûne li Başurê Kurdistanê jî çend kampek hatine vekirin û bi hezaran koçber tê de hatine bicihkirin.

Di nav koçberên ku niha di wan kampan de dijîn hejmareke zêde ya zarokan jî hene ku di rewşeke dijwar de ne û ji gelek mafan bêpar in.

Pedagog û lêkolînerê Kurd Abdullah Încekan jî ku serdana wan kampên koçberan kiribû, çavdêrî û têbîniyên xwe ji Rûdawê re vegotin û ragihand, “Ez rastî trajedîyeke gelek mezin hatim.”

Ew akademîsyenê Kurd rewşa li kampan weke, ‘trajedîyeke mirovî û netewî’ bi nav dike û dibêje “Ez li Şêxan çûm du kampên me yên Kurdên Êzidî. Li yekê 6000 û li ya din 100.000 mirov diman. Û li Duhokê jî ez çûm kampa Keberto ku 30.000 Kurdên Êzidî û Musilman yên Şingalê lê dimînin. ”

Abdullah Încekan amaje bi rewşa xerap a koçberan dike û dibêje, “Mirov di nava herriyê de bûn. Ez gotinan nabînim, ku wê êşê, wê kulê terîf û teswîr bikim. Nêzîkî 6 salan e milyonek û nîv însan li wir di kampan de dijîn. 700-800.000 zarokên me di vî halî de ne. ”

Încekan dibêje divê her Kurdek wê trajediya li kampên koçberan weke ya xwe bibîne û rexne li siyasetmedar, hunermend û dewlemendên Kurd digire ku çima li ser vê rewşê nasekinin û herwiha dibêje, “Li min gelek giran hat ku Kurdên li welatê xwe, li ser axa xwe bûne penaber, bibînim. ”

Derbarê karîgeriya rewşa koçberiyê û jiyana di kampan de li ser siberoja zarokan, ew pedagogê Kurd amaje bi hejmara zêde ya zarokan dike di wan kampan de  û dibêje, “Li gorî, amarên  UNICEFê %48 yanî nîvê penaberan di binê 18 salî re ne. Yanî hejmareke nêzîkî milyonek zarok û ciwan dertê. Û ev zarok di vê kambaxîyê de, bê kar, bê xanî, di şertên herî dijwar de mezin dibin û piştî çend salan bi xwe dibin dêubav.” Încekan dibêje miletek nikare bi travmayeke ewqas mezin bijî.

Lêkolînerê Kurd Abdullah Încekan herwiha derbarê çareserkirin û başkirina rewşa koçberên li kampan dibêje, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tenê nikare ji bin vî barî derkeve û radigihîne, “Divê aqilekî hevbeş xwedî li vê meselê derkeve û bike pirseke sereke.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst