Li Amedê ‘Komxebata Yekîtiya Neteweyî’ bi Ala Kurdistanê dest pê kir

18-01-2020
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Ligel HDPê,  7 partî û firaksiyonên Kurd ên Bakurê Kurdistanê “Komxebata Yekîtiya Neteweyî” saz dikin
Ligel HDPê, 7 partî û firaksiyonên Kurd ên Bakurê Kurdistanê “Komxebata Yekîtiya Neteweyî” saz dikin
Nîşan Komxebata Yekîtiya Neteweyî Ala Kurdistanê Amed Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Amed (Rûdaw) – “Komxebata Yekîtiya Neteweyî” li Amedê bi beşdariya 8 partiyên Bakurê Kurdistanê dest pê kir. PSK, PAK, HAKPAR û Hereketa Azadiyê tevli vê komxebatê nebûn. Pêkhateyên komxebatê aşkera kirin ku deriyê wan ji hemû partiyên Kurdan re vekiriye. Herwiha di komxebata yekîtiya neteweyî de Ala Kurdistanê jî hate danîn.

Ligel Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi beşdariya 7 partî û firaksiyonên Kurd ên Bakurê Kurdistanê “Komxebata Yekîtiya Neteweyî” dest pê kir.

Ji komunîstan heta demokratan, ji çepgiran heta melayan cara yekemîn e ku partiyên Kurd li Bakurê Kurdistanê evqas nêzî hev dibin.

Hevseroka KCDê Leyla Guven got: “Di van rojên girîng de sed salên Kurdan tê nîqaşkirin. Yan em dê vê sedsalê bi serkeftin û bi statûya Kurd û Kurdistanê derbas bikin an jî em dê sed salên din wenda bikin. Em dibêjin bila em wenda nekin. Partiyên me yên Kurdistanî bila kerem bikin werin. Em Bakur nîqaş dikin lê em careke din êşa xwe bi bîr tînin. Em dibêjin me yekitî û tifaqa xwe bikira welehî DAIŞê nedikarî êrîşê Rojava û êrîşê Başûr bike.”

Ji hevserokên HDPê jî tenê Sezaî Temellî beşdarî komxebata neteweyî ya Kurd bû ku ew bi xwe ne Kurd e. Temellî sedema nebeşdariya Pervîn Buldanê jî bi perensîbên HDPê ve girê da.

Derbarê mijarê de Hevserokê Giştî yê HDPê Sezaî Temellî got: “Îro ha ez li vir im, ha Pervîn xanim li vir e. Qet ferqa me nîne. Ez li vir çi bêjim Pervîn xanim jî dê eynî tiştan bibêje. Em hevserok û berdevkên HDPê ne. Li vir a girîng ew e ka HDP çi dibêje. Jixwe ger gotinên me hevserokan ne yek binê wey li halê HDPê.”

Di komxebata yekîtiya neteweyî de Ala Kurdistanê jî hate bicihkirin. Ev weke xaleke girîng a komxebatê derkete pêş. Lê ligel vê yekê jî Hereketa Azadiyê deqeya dawiyê xwe ji komxebatê paşve kişand û tevli vê civînê nebû.

Alîkarê Serokê Hereketa Azadiyê Metîn Pîranî jî wiha axivî: “Yekîtiya neteweyî ligel kesên neteweperwer çêdibe. Kesên ku berê xwe didin Enqere, Şam û Tehranê re yekitî ne pêkan e.”

Komxebata neteweyî ji aliyê xelkê ve jî ji nêz ve tê şopandin û vê civînê weke gaveke derengmayî dibînin.

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Maf û Azdiyan (HAKPAR) jî tevli vê komxebata yekitiya neteweyî nebûn. Lê pêkhateyên komxebatê dibêjin deriyê wan ji hersê partiyan re jî tim vekiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst