Goristana Kurdên Êzidî li Efrînê hat têkdan

17-12-2022
Hisên Omer
Erebên hawirde li Efrînê goristaneke Kurdên Êzdî jinav birin
Erebên hawirde li Efrînê goristaneke Kurdên Êzdî jinav birin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, sibeha Cejna Êzî gorên goristaneke Kurdên Êzdî ji Erebên hawirdekirî ve hatin jinavbirin.

Sibeha Cejna Êzî, roja înê, dema ku hevwelatiyên Kurdên Êzdî li herêma Efrînê, çûne ser gorên miriyên xwe yên Goristana gundê Basûfanê, dîtine ku gor hatine têkdan.

Rêveberê Saziya Êzdîna Elî Îso ji Rûdawê re got ku Erebekî hawirde bi navê Ebû Yûsif, 40 dalî, ku xelkê Xûteya rojhilatê Şamê ye û hilgirê hizrê olî yê rundrew e, bi alîkariya çend çekdaran goristan têk dane.

Îso diyar kir ku pêwendiya wî kesê tundrew a bihêz ligel çekdarên Feyleq el-Şam heye.

Herwiha siyasetmedara Kurd Zêneb Cimo, ku ji Êzdiyên Efrînê ye û li ser dosyeya binpêkirinên li dijî xelkê herêmê tên kirin kar dike ji Rûdawê re derbarê têkdana goristana Basûfanê axivî.

Siyasetmedara Kurd a Êzidî Zêneb Cimo dibêje: “Nasnametî bingeha hebûna miletan e, û yek ji nîşanên pîroz ên nasnametiyê gor û goristan in. Yek ji nimûneyan dema Eraba xwestin li Kerkûkê li nasnameya Kurdayetiyê bixin, Barzaniyê Nemir, ji wan re got ku ka goreke kesek Ereb nîşanê min bidin. Nimuneya din jî di êvara cejna Kurdên Êzidî de neyar çûn li gundê Basûfanê yê Rojavayê Kurdistanê gorên Kurdên Êzidî têk dan. Çima Kurdên Êzidî, ji ber ku Êzdîtî nasnameya gelê Kurd e. Lewma dijmin wiha li tiştê pîroz ên Kurdan didin.”

Ji destpêka dagîrkirina Efrînê ve, grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê û Erebên hawirde goristan, mezargeh û cihên pîroz ên Kurdên Êzdî li herêmê kirine armanc.

Ji koka nêzî 35 hezar Kurdên Êzdî, niha kêmtirî hezar kesî li herêmê mane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst