Li Amedê Roja Ala Kurdistanê: Berdevkê CNKê hat desteserkirin

17-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Ciwanên Netewî yên Kurdistanê (CNK) Jiyan Tîmurtaş, piştî çalakiya ji bo pîrozbahiya Roja Ala Kurdistanê li Amedê, hat desteserkirin.

Bi boneya 17ê Kanûnê Roja Alaya Kurdistanê li gelek bajarên ku Kurd lê dijîn û bi taybet li Herêma Kurdistanê şahî û çalakî tên lidarxistin.

Ciwanên Netewî yên Kurdistanê îro li Qada Şêx Seîd a Amedê bi boneya Roja Ala Kurdistanê çalakiyek li dar xistin.

Endamên CNKê Ala Kurdistanê bi balonan daliqandin û li ser Amedê firandin. Her wiha Ala Kurdistanê li gelek avahiyan hat daliqandin.

Piştî çalakiyê polîsan Berdevka CNKê Jiyan Timurtaş û Endamê CNKê Şêrzan Kiliçaslan li Xana Hasan Paşa ya Navçeya Sûrê ya Amedê desteser kirin.

Hat zanîn ku sedema desteserkirina Timurtaş û Kiliçaslan çalakiya îro li Amedê ya ji bo 17ê Kanûnê Roja Ala Kurdistanê bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst