Grûpên çekdar li Efrînê bacê li ser cotkaran ferz dikin: ‘Kesî sûd ji zeytûnan nedît’

17-11-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Grûpên çekdar li Efrînê bacê li ser cotkaran ferz dikin
Grûpên çekdar li Efrînê bacê li ser cotkaran ferz dikin
Nîşan Efrîn Darzeytûn Grûpên Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê guvaştgeh û berhema zeyta zeytûnan, di bin kontrola grûpên çekdar de ne.

Bi awayekî bêserûberiyek peyda bûye û xwediyên resen ên wan berheman ti sûdê jê wernagirin.

Li aliyekî bacên bi zorê û li aliyekî din, destdanîna ser darên zeytûnan û berhema zeytê û li aliyekî din jî birîna daran û destdanîna ser zeviyên çandiniyê.

Çalakvanekî sivîl ê ji navçeya Ezazê behsa vê serûberiya li Efrînê dike.

Çalakvan Ehmed El-Berho ji Ezazê ragihand:

“Min pirsî, wan got, tenê çend roj in li Ezazê dest bi berhevkirin û guvaştina zeytûnan hatiye kirin, bi berovajî navçeya Efrînê.

Ev guvaştgeh in, li Ezazê rêxistin heye, ez matmayî mam, li Ezazê ti pirsgirêk nînin, bi berovajî Efrînê ku berdewam mirov dibîne, her grûpek nûnerê xwe li guvaştgehekê datîne û çavdêriya guvaştinê dike.”

Çalakvanê sivîl behsa wê yekê dike ku bi berovajî Ezazê ku ew jî di bin destê grûpên çekdar de ye, li Efrînê grûpên çekdar dest datînin ser berhema zeytê ya welatiyên sivîl.

“Ji bilî grûpan ti kesî sûd ji zeytûnan nedît”

Çalakvan Ehmed El-Berho herwiha anî ziman:

“Li Efrînê mûsimê zeytûnan bi dawî anîn. Mixabin mûsimê zeytûnan tenê ji bo grûpan bû, îsal ji bilî grûpan, ti kesî sûd ji zeytûnan nedît.

Nizanim sedem çi ye lê sedema diyar ew e ku serdestiya grûpên serbazî li ser mûsimên zeytûnan li Efrînê heye. Hîn jî em li Efrînê kertên serbazî dibînin, ez nizanim heta kengî mijara Efrînê wê wiha bimîne.

Piştguhxistina ji hemû aliyan ve. Xizmetguzarî û mijara kertên serbazî û serdestiya grûpan mijarên girîng in.”

Raporeke nû ya Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (El-Wehde) diyar dike ku li gundewar û bajarokên Efrînê bi giştî xûkî û bêş û bac li ser berhemên çandiniyê têne sepandin.

Wekî mînak, li Şiyê grûpa Emşat bacê bi rêjeya ji sedî 5 li ser hemû berhema zeytê yên li guvaşgehekê sepandiye.

Li hin gundên nahiyeya Şeranê jî grûpa El-Cebhe El-Şamiye bac bi rêjeya ji sedî 35 li ser berhema zeviyên zeytûnan ên kesên li derveyî Efrînê û ji sedî 12 li ser berhema zeviyên ku xwediyên wan li gund in sepandiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst