Îlham Ehmed: Me pêşinyara Rûsyayê ya derbarê Kobanî de red kir

17-11-2021
Hisên Omer
Nîşan Rojava Rêveberiya Xweser MSD Îlham Ehmed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed aşkere kir ku Rûsyayê pêşinyar kiribû 3000 hezar serbazên hikûmeta Sûriyê li herêma Kobanî bên bicîhkirin, lê berpirsên Rêveberiya Xweser ew pêşinyar red kirin.

Di semînerekê de li Reqayê ku roja Sêşemê 16ê Mijdara 2021an hatibû lidarxistin, Îlham Ehme diyar kiriye,  wan ew pêşinyar red kir “daku ezmûna Deraa li Kobanî dubare nebe.”

Îlham Ehmed herwiha red kiriye ku ti navçeyek ji navçeyên Rêveberiya Xweser bo hikûmeta Sûriyê hatibin radestkirin.

Seroka Cîbicîkar a MSDê diyar jî kir ku qebûlkirina çareseriya siyasî yan diyaloga ligel hikûmeta Sûriyê qet nayê wateya radestkirina navçeyekê bo hikûmeta Sûriyê.

Îlham Ehmed amaje bi bihêziya Rêveberiya Xweser kir û got, “Rewşa Rêveberiya Xweser di tevahî aliyan de ji berê baştir e, ya herî girîng jî rewşa siyasî ye, ji ber têkiliyên wê yên bi derve re baş û fireh in.”

Seroka Desteya Rêveber a MSDê amaje bi rewşa Sûriyê û egera êrişeke leşkerî bo ser Rojavayê Kurdistanê yan her navçeyeke din a Sûriyê kir û destnîşan kir, “Rewşa Sûriyê bi giştî nikare xwe li hember êrişeke leşkerî çi li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê be yan jî li dijî herêmên din ên Sûriyê ber xwe ragire. Pêdiviya me îro bi projeya diyalogê ku tê de tevahî sûrî amade bibin heye da ku em bigihînin xaleke hundirîn ku krîzê çareser bikin.”

Têkildarî danûstandinên MSDê li gel aliyên opozisyona Sûrî yên Tirkiye piştgiriya wan dike,  Îlham Ehmed da zanîn: “Hin hevdîtinên nefermî hebûn û wan nîqaş an jî diyalog qebûl nekir. Lê dema me ji wan pirsî çima hûn qebûl nakin hat eşkerekirin ku ew ji AKP’ê ditirsin.”

Seroka Desteya Rêveber a MSDê tekez kir, yekane rêya çareserkirina krîza Sûriyê diyaloga Sûrî-Sûrî ye û divê hemû etnîk û pêkhateyên Sûriyê beşdariyê di vê diyalogê de bikin daku bigihe encamekê ku li gor xwesteka hemû aliyan be.

Îlham Ehmed amaje bi peywendiyên Rêveberiya Xweser û MSDê li gel Rûsya û Amerîkayê jî kir, ku du welatên xwedî rol û bandor in li Sûriyê û ragihand, “Têkiliya me bi Rûsya, Amerîka û hikumeta Şamê re berdewam e, li dawiyê jî berjewendiya me, berjewendiya gelên herêmê ye ku çareyeke hundirîn pêk bê. Heke çi lihevkirin di navbera her du aliyan de pêk hat divê bi agahiya Rêveberiya Xweser û civakê be.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst