Mehmet Dara Akar: Destkevtiyên Kurdan ji bo Tirkiyê nabin gef

17-10-2019
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Mehmet Dara Akar dibêje divê operasyon li dijî Kurdan nebe
Mehmet Dara Akar dibêje divê operasyon li dijî Kurdan nebe
Nîşan Çarenivîsa Rojava Rojavayê Kurdistanê Mehemt Dara Akar
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Serokê berê yê Şaxa AK Partiyê li Amedê Mehemt Dara Akar derbarê destkevtiyên Kurdan de got: “Li Tirkiyê hinek alî hene ku deskevtiyên Kurdan ji bo paşeroja Tirkiyê weke gef dibînin û bi wî awayî propangandeyê dikin. Kesên wek min jî dibêjin deskevtiyên Kurdan ji bo Tirkiyê negef in.”

Cîgire Şaredarê Baglara Amedê Mehemt Dara Akar beşdarî birgeya Taştê ya bernameya Nûrojî Dostan a Rûdaw TVyê bû û derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê, pêvajoya çareseriya pirsa Kurd û  çend mijarên de bersiva pirsên Peyamnêrê Rûdawê li Amedê Mehdî da.

Derbarê têkçûna pêvajoya çareseriya pirsa Kurdî li Tirkiyê de Mehemt Dara Akar wiha axivî: “Di van salên dawiyê de hinek metirsiyên dewletê çêbûn û dewletê jî xwe ji xeta çareserkirina pirsa Kurd da li ser xeta ewlehiyê. Xwezî em nehatina vê astê. Pêvajoya çareserkirina pirsa Kurd 3-4 salan berdewam kir, danûstandin çêbûn û gelek reformên hiqûkî, demokratîk û siyasî hêdî hêdî çêbûn.

Em dikarin bibêjin polîtikayên asîmlasyon, înkar û tinekirinê di dema AK Partiyê de hatin terkkirin. Berî AK Partiyê nasname û zimanê kurdî li Tirkiyê qedexe bû. Dadgehên taybet ên ewlehiyê hebûn. Heta sala 2015an vê pêvajoyê berdewam kir, lê mixabin dîsa şer dest pê kir. Di sala 2015an de bi taybet di nav bajar û bajorkên Kurdan de şerê xendeqan dest pê kir. Vê yekê wiha kir ku destê ew kesên digotin bila ev meselê bi çekan çaraser dibe bihêz kir û destê wan kesên digot ku bila pirs bi rêya demokrasî were çareserkirin lawaz bû.”

Bi gotina Mehemt Dara Akar di  encama şerê xendeqan de bi hezaran zarokên Kurd canê xwe ji dest dan û herwiha ew qas zarokên Tirkiyê jî canê xwe ji dest dan  bajar xirab bûn û zerare herî mezin jî da pêvajoya çareserkiririna pirsa Kurd.

Akar anî ziman ku du êriş li ser hikûmeta AK Partiyê çêbûne û wiha pê de çû: “AK Partiyê tevî şerxwazin karî 3-4 salan pêvajoya çareseriyê berdewam bike û gelek bedel jî dan. Heta ku Birzê Erdogan got ‘ez bizanim jehr jî dixwim divê êdî dayîkên Kurd û Tirk negirin û ev mesele çareser bibe.’ Tevî ku ew qasî bedel da, du êriş li ser vê hikûmetê û Serokomar çêbûn. Yek xendeq bûn û duyem jî bûyerên 15 Tîrmehê bû. Piştî vê yekê hikûmetê û beşeke ji dewletê biryar dan ku heta dewlet xwe negihîne ewlehiyê û bingeha xwe saxlem neke û ev metirsî berdewam be, ew nikarin pêvajoyeke siyasî dîsa bidin destpêkirin.”

Di nav AK Partiyê de hêj kesên dixwazin çareserî bi aştiyane û rêya demokrasiyê pêk were hene. Ez di wê baweriyê de me hikûmet dê dîsa veger ser helwesta xwe ya berê.

Derbarê êrişên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê de Akar dibêje: “Li Tirkiyê hinek alî hene ku deskevtiyên Kurdan ji bo paşeroja Tirkiyê weke gef dibînin û bi wî awayî propangandeyê dikin. Kesên wek min jî dibêjin deskevtiyên Kurdan ji bo Tirkiyê negef in. Minaka herî girîng a vê yekê jî Herêma Kurdîstanê ye. Dewlet her tim li gor berjewendiyên xwe tevdigerin û ti caran nabin dostên miletan. Pêwîst e ku Tirkiyê bi çavên van dewletên mezin ên ketine bi berjewendiyên xwe li Kurdan nenêre. Nivîsakarên dewletên mezin bi qest dibêjin vaye Kurd dibin dewlet û dê xwe bigihînin Derya Spî û bi vê yekê dixwazin Tirkiyê bitirsînin.”

Akar herwiha îdia dike ku êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê ne li dijî Kurdan e, û dibêje: “Divê ev operasyon li dijî Kurdan nebe. Divê piştî operasyonê mixatabê Tirkiyê tevahiya alî û partiyên siyasî yên Kurdan be. Serokomarê Tirkiyê berî salekê gotibû ku gelê wê axa û wî bajarê kî ne divê ew bixwe îdareya xwe bikin. Divê kemera erebî jî nemîne, çimkî ew ji bo Kurd û gelên rojava gef e. Eger sibe penaberên ereb bibin li wê derê bicih bibin dê penaberên ereb jî û Kurd jî dê rehet nebin. Ez di wê baweriyê de me di dawiyê de gelên Rojhilata Navîn weke Kurd, Ereb, Tirk û Fars aştiyeke mayînde pêk bînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst