Operasyona Kampa Holê bidawî hat, bîlanço hat eşkerekirin

17-09-2022
RÛDAW
Nîşan Kampa Holê Operasyona Mirovahî û Ewlehiyê DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Asayişa Rêveberiya Xweser ragihand ku duyem qonaxa Operasyona Mirovahî û Ewlehiyê ya ku di 25ê Tebaxê de li kampa Holê dijî DAIŞê dabû destpêkirin bidawî hat.

Bi beşdarbûna fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Rojavayê Kurdistanê derbarê operasyona Kampa Holê dan çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku qonaxa duyem a Operasyona Mirovahî û Ewlehiyê ya ku di 25ê Tebaxê de li Kampa Holê dijî DAIŞê hatibû destpêkirin bidawî bûye.

Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Rojavayê Kurdistanê Sozdar Xelîl daxuyaniya derbarê operasyonê de xwend û wiha got “Di 25ê Tebaxê de hêzên me, bi piştevaniya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê li Kampa Holê ya li rojhilatê Hesekê qonaxa duyem a operasyona mirovî û ewlehiyê da destpêkirin. Armanca operasyênê şopandina şaneyên veşartî yên rêxistina terorîst a DAIŞ`ê zuwa bikin, jîngeh û şert û mercên ku sûdê jê werdigirin di pêkanîna êrişên terorîstî de li dijî nişteciyên kampê, rêxistinên mirovî û hêzên ewlehiyê yên ser bi parastina kampê ne, operasyon 24 rojan berdewam kir û gelek encamên berbiçav hatin bidestxistin.”

Bang li dewletên ku welatiyên wan li kampê ne hat kirin

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di sala 2022an de 44 kesan li kampê jiyana xwe ji dest dane dibêje “Rêxistinê rê li ber îstismarkirina zarokan, bi taybetî yên temenê wan bin ji heşt salî de, di rolên muhtemel ên şer de vedikir û ji bo vê yekê jî gelek hewldan ji bo ji nû ve perwerdekirin û damezrandina rêxistina bi navê `Eşbal El Xilafê` li gel dezgeha bi navê `Hesba Jinan` kir da ku berpirsiyarê gelek kuştin û tirsandinê bû. Her wiha jinên rêxistinê asta peywendiya bi jinên din û zarokên wan re bilind kirin û bi gotinên hestiyar an jî bi gefên devkî hewl dan wan bikişînin nava xwe.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di vê operasyonê dawî de 2 jinên Kurdên Êzdî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin û di nava çar salan de heta niha 200 Êzdî hatine rizgarkirin.

Herwiha di daxuyaniyê de bang li hemû dewletên ku welatiyên wan di kampê de ne, hat kirin ku DAIŞiyan werbigirin.

Bîlançoya operasyonê

Li aliyê din Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku di encama operasyonê de 36 ji wan ji bi giştî 226 DAIŞî hatine girtin,

Hate diyarkirin ku25 xendek û tûnel hatine tesbîtkirin û berdewam kir “3 çekên AK-47, 2 çekên RPG bi 2 roketan, 2 demançe, 25 bombeyên destan, 25kg teqemeniya TNT, 11 çekên bêdeng, 388 guleyên AK-47, 10 şarjorên AK-47, 9 rextên leşkerî, parçeyek cilê leşkerî yê artêşa Tirk, gelek çekên tûj yên wek kêr-xencer, amûrên îşkenceyê û gelek amûrên ragihandinê hatine bidestxisitin”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst