Saziya Keşnasiyê hişyariya germê da!

17-08-2023
Nîşan Germahiya Zêde Bakurê Kurdistanê Hişyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku îro li Bakurê Kurdistanê pileya germê li gorî demsalê di navbera 6 û 11 pileyan de bilind dibe.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê amarên pileya germê eşkere kirin û derbarê germahiya zêde de hişyarî da.

Germahiya herî zêde li Bakurê Kurdistanê ye

Li gorî amaran, pileya herî bilind a germê li bajarên Bakurê Kurdistanê ye.

Saziya Keşnasiyê herwiha ragihand ku pileya germê li gorî demsalê di navbera 6 û 11 pileyan de bilind dibe.

Îro pileya germê li Riha û Êlihê 43, li Amed, Dîlok û Sêrtê jî 42 ye.

Li bajarên Serhedê yên wekî Wan û Erziromê jî pileya germê heta 31-33 pileyan dadikeve.

Germahî li Erziromê 32 û li Qersê 33 pile ye.

Li Wana ku bajarê herî hênik ê Bakurê Kurdistanê ye jî germahî 32 pile ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst