Tirkiye êriş dike, qurbaniyên sereke dibin sivîl

17-08-2022
Xalid Cemîl Mihemed
Bi sedema êrîşên Tirkiyê, li ser navçeyên Rojavayê Kurdistanê, roj bi rojê rewş li wan navçeyan zehmetir dibe
Bi sedema êrîşên Tirkiyê, li ser navçeyên Rojavayê Kurdistanê, roj bi rojê rewş li wan navçeyan zehmetir dibe
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Tirkiye Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Êdî hemû navçeyên Rojavayê Kurdistanê ketûber, dikevin ber êrîşên Tirkiyê. Ev êrîş jî bi riya dronan, topbaranê û teqeyan têne kirin. Zêdetir jî gund dikevin ber.

Navçeyên Rojavayê Kurdistanê, ji Tirbe Spiyê, Amûdê, Til Temir, Kobaniyê heta nahiyeya Şêrawa li Efrînê, ji aliyê artêşa Tirkiyê ve, têne armanckirin.

Roja derbasbûyî, li Kobanê êrşek hate kirin, di encamê de li gor zanyariyan 16 serbazên hikûmeta Sûriyê hatine kuştin.

Hikûmeta Tirkiyê dibêje, ew bi êrîşên xwe, bersiva wan teqeyan didin ku, ji hinek navçeyan arasteyî aliyê sînorê Tirkiyê dibin.

Çavkaniyekê ji Kobaniyê, ku nexwest bi nav bê eşkerekirin, ji Rûdawê re ragihand: “Bombebarana Sêşemê 16yê vê meha Tebaxê, li Kobaniyê, ji encama girjiyê bû, di navbera hêzên HSDê û hêzên Tirkiyê de, ku tê de hejmarek ji leşkerên hikûmeta Sûriyê hatin kuştin.”

Derbarê rewşa nû, serkirdeyekî Partiya Demokrat a Kurdistan Sûriye (PDK-S)ê, ji Kobaniyê, ji Rûdawê re behsa pêşhateyên nû kir.

Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Elî Ibrahîm dibêje: “Topbaran û êrişên Tirkiyê yên bo ser navenda û deverên derdora Kobanî bandoreke gelek xirab heye. Beşek ji xelkê koçber bûn, lê piranî li navenda bajêr di malên xwe de mane. Di demekê de ku navenda bajarê Kobanî tê topbarankirin, ka welatên garentor li ku derê ne?”

Di heman çarçoveyê de, Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanî-Sûriya, Ciwan Siko ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa rewşa heyî kir.

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanî-Sûriya Ciwan Ebdulkerîm Siko jî got: “Ev çend roj in rewşa xelkê bakur û rojhilatê Sûriyê di bin metirsiyê de ye. Êrişên Tirkiyê berdewam in û di van demên dawiyê de zêdetir û dijwartir bûne û herwiha kesên sivîl jî dibin hedefa wan êrişan. Bi rast gelek kes şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûne. Ev êrişên hovane yên Tirkiyê ne tişteke nû ye, lê aramiya herêmê têk didin.”

Her li gorî zanyariyan, bi sedema girjî û êrîşên Tirkiyê, li ser navçeyên Rojavayê Kurdistanê, roj bi rojê rewş li wan navçeyan zehmetir dibe, û qurbaniyên sereke di wê rewşê de, welatiyên sivîl in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst