Li Îsraîlê kabîneya şer belav bû

17-06-2024
RÛDAW
Nîşan Kabîneya Şer a Îsraîlê Benjamin Netanyahu Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, Kabîneya Şer a ku 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan wekî "hikûmeta rewşa awarte" hatibû avakirin belav kir.

Li gorî medyaya Îsraîlê, Benjamin Netanyahu piştî civîna heftane ya Lijneya Wezîran daxuyanî da.

Netanyahu agahî da endamên kabîneya şer ku kabîne hatiye belavkirin.

Netanyahu diyar ku piştî ku Benny Gantz ji kabîneya şer derket kabîneyeke nû dê neyê avakirin û got:

“Kabîneya şer li ser daxwaza Gantz hatibû avakirin û piştî îstifaya wî jî pêwîstî bi kabîneyê nema.”

Serokwezîrê Îsraîlê û Benny Gantz, 4 roj piştî êrîşên 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan li hev kirin ku "hikûmeta rewşa awarte" û kabîneya şer ya di bin banê wê de bê avakirin.

Gantz 9ê Hezîranê daxuyandibû ku ew ji hikûmeta rewşa awarte îstifa dike.

Piştî Gantz endamê Kabîneya Şer û Sererkanê berê Gadî Eisenkot jî ji hikûmeta Rewşa Awart îstifa kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst