Kurdên Êzidî Cejna Batizmê pîroz dikin

04-01-2025
RÛDAW
Dayîkek deziyê Batizmê bi destê keça xwe ve girê dide / Wêne: Ji ber dîmenan
Dayîkek deziyê Batizmê bi destê keça xwe ve girê dide / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Cejna Batizmê Kurdên Êzidî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kurdên Êzidî deziyê Batizmê yan jî bazina Batizmê li destê tê girê didin ku li gorî baweriya wan deziyekî pîroz e û di pêkanîna xwestekên wan de alîkariya wan dike û wan diparêze.

Cejna Batizmê ji yekşema dawî ya salê heta yekşema destpêka sala nû berdewam dike.

Dayîkên Kurd ên Êzidî bi teşiyê deziyekî dirêsin ku li gorî mîtolojiya Kurdên Êzidî ew ne deziyekî asayî, deziyê Batizmê ye û li cem wan pîroz e.

Welatiyê Kurd ê Êzidî Henîf Behdo li ser deziyê Batizmê got:

“Ev dezî, nîşana vê cejnê ye. Eger zarokek nexweş bikeve, em pê de dikin, rengê wê sor û spî ye.

Deziyekî pîroz e û nîşana cejnê ye.”

Deziyê Batizmê di Cejna Batizmê de ji aliyê kesayetiyên êla Çêlkayê ve bi destê ziyaretkaran ve tê girêdan ku nîşana Êzidyatiyê ye.

Kesayetiyê Kurd ê Êzidî Cirdo Xelef jî da zanîn:

“Ev dezî li gorî baweriya Êzidiyan nasnameya vê cejnê ye, nasnameya Pîrê Alî ye.

Her kesê ku dilê wî li ser tiştekî hebe, bawerî pê bîne û bi destê xwe ve girê bide, em hêvî dikin ku ji belayan dûr bimîne.”

Ew kesên ku dezî bi destên wan tê girêdan, li ser daxwaza wan e û divê rêzê lê bigirin û bi paqijî biparêzin.

Dilvîn Heciya welatiya Kurd a Êzidî jî anî ziman:

“Dema em ziyaretê dikin, ev dezî wekî xelat ji me re tê dayîn.

Dema em bi destê xwe ve girê didin, em daxwazekê dikin.

Eger rojekê ev dezî biqete lê ne ku kesek biqetîne yan jî em bi mebest biqetînin, wê demê daxwaza me bi cih tê.”

Cejna Batizmê, cejna Pîrê Alî ye û ji aliyê êla Çêlkayê ve tê pîrozkirin.

Ji yekşema dawî ya salê heta yekşema destpêka sala nû berdewam dike.

Nanê taybet tê amadekirin ku şiklê cîhanê û rojê li ser tê nexşandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst