Asta ava 40 bîrên parêzgeha Duhokê daketiye; xelk bi tankeran avê dikirin

17-06-2023
Nayîf Remezan
Asta ava 40 bîrên parêzgeha Duhokê daketiye
Asta ava 40 bîrên parêzgeha Duhokê daketiye
Nîşan Av Hişkesalî Duhok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber hişkbûna hin bîrên avê yên Duhokê, xelk neçar in ku bi tankeran avê bikirin, ew dibêjin her tankereke avê bi 20 heta 60 hezar dînaran e, di demsala havînê de 6 bîrên avê hişk bûne û asta ava bêhtirî 40 bîran jî daketiye.

Bi destpêkirina demsala germê re dest bi kirîna avê kirine, gundê Belete yê Duhokê çavkaniya ava wan kanî ye. 3 sal in ava wê kêm bûye û gundî rojane bi tankeran avê dikirin ku bihayê her tankerekê di navbera 20 û 60 hezar dînaran de ye.

Mixtarê Gund Seîd Silêman got, “Ku meha 6an tê av hişk dibe, em bi tankeran avê dikirin ku 60 hezar dînar, 50 hezar dînar an herî kêmtir 20 hezar dînar in.”

Hîn destpêka havînê ye, li parêzgeha Duhokê 6 bîrên avê hişk bûne ku çavkaniya ava vexwarinê ya gundan bûne, zêdetirî 40 bîrên avê asta wan daketiye. Daketina asta avê ya bîran herî zêde li navçeyên Berdereş û Sêmêlê tê dîtin.

Bazirgan Cembelî Hecî anî ziman, “Bi taybetî li gunda bê avî nabe ku ajel hene. Hikûmeta Herêma Kurdistanê 1,5 milyar dînar ji bo parêzgeha Duhokê terxan kir ji bo derbaskirina hişkesalî û çareserkirina pirsgirêka kêmbûna avê.”

Rêveberê Avê yê derdora Duhokê Xelat Ebûbekir got, “Me rê neda ku ku krîz bigihêje asteke mezin û me rê neda ku xelk li van deveran bê av bimînin.”

Li gor amarên fermî, asta ava bin erdê ya parêzgeha Duhokê di 10 salên borî de 30 metreyan daketiye ku herî dawî di 3 salên borî de 5 metre bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst