ZAXO - Ji %60 zeviyên çandiniyê ji aliyê koçberên Şingalê ve hatine çandin

17-05-2021
Huner Reşîd
Endamên wan malbatên koçber li bîstanan bi hemahengî li gel hev kar dikin
Endamên wan malbatên koçber li bîstanan bi hemahengî li gel hev kar dikin
Nîşan Zaxo Koçber Kurdên Êzidî Keskatî Çandinî Şingal
A+ A-

Zaxo (Rûdaw) - Li gorî amarên Rêveberiya Çandiniya Zaxo, bi rêjeya ji %60 a zeviyên çandiniyê li Zaxo ji aliyê koçberên Şingalê ve hatine çandin. Rêveberiya Çandiniya Zaxo radigihîne, îsal şeş hezar donim zevî bi keskatiyê hatine çandin.

Koçberên Şingalî bi dirêjahiya 6 kîlometran ava Hêzil ya di navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de bi rêya motoran veguhastine nav bîstanekê. Di qonaxa yekem de şitlan diçînîn û di qonaxa duyem de wan şitlan vediguhêzin û dê li ser 120 donimên erd li gundê Kernê bacan û xiyar biçînin.

Cotkar Ebdulla Faris dibêje, “Me nêzikî 12 hezar dolar li ser xerc kir, karekî zehmet e. Em reviyan û niha vî karî dikin. 6 ta 7 mehan em berdewam li ser kar dikin.”

Koçberên Şingalê zeviyên çandiniyê ji cotyarên Zaxo bi kirê werdigirin û diçînin. Cotkarek dibêje, ew ji serê sibehê heta êvarê kar dikin da ku debara jiyana xwe bikin û li gor Rêveberiya Çandiniyê nêzikî 3000 hezar koçberên Şingalê li deverê karê çandiniyê dikin.

Cotkar Elî Şemo dibêje, “Demjimêr 07.00 em li vir in. Em karê xwe dabeş dikin, xetên wan av didin û paşê em alîkariya hev dikin û heta ku demjimêr dibe 18.00.”

Endamên wan malbatên koçber li bîstanan bi hemahengî li gel hev kar dikin ku ne tenê zilam, jin jî di vî karê çandiniyê de xwedî rol in.

Cotkar Golê Dîno Xelef jî dibêje, “Em 5 mehan li vir kar dikin. Em li gel zilaman karê xwe dikin û wek wan bacanan diçînîn û sindoqan radikin.”

Li gor amarên Rêveberiy Çandiniyê, salane li Zaxo nêzikî 30 hezar tonên keskatî tên berhemanîn ku ji wê rêjeyê 18 hezar ji aliyê koçberan ve tên berhemanîn.

Rêveberiyê Çandiniyê li Zaxo Ehmed Samî, diyar dike, “Li gor hesabên me sal li pey salê rûberê erdê çandiniyê zêde bûye. Nêzikî 4 hezar donim erd li nahiyên Derkar, Batîfa û Rizgarî hatine çandin.”

Her li gor amarên Rêveberiya Çandniyê ya Zaxo, îsal nêzikî 6 hezar donimên erd ji bo çandina keskatiyê hatine bikaranîn û ji wan jî 4 hezar donim ji aliyê koçberên Şingalê ve hatine çandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst