Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Înîsiyatîfa Mafan û Partiya Doza Azad (HUDA PAR) li Amedê li ser Pirsgirêka Kurdan konferansek li dar xist.
Endamê Komîsyona Navendî û Biryarder a AK Partiyê Orhan Mîroglu, Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Galîp Ensarîoglu, parlamenterên berê yê AK Partiyê Mehmet Metîner û Abdurrahman Kurt jî beşdarî konferansê bûn.
Di dawiya konferansê de encamnameya konferansê hat ragihandin.
Di emcamnameyê de daxwaza perwerdeya bi zimanê dayîkê, parastina Kurdî bi rêya destûrê, guhertina destûrê, guhertina pênaseya "her kesê li Tirkiyeyê Tirk e" hat kirin.
Her wiha di encamnameyê de hat destnîşankirin ku "Divê destûra darbeyê ya ku berhema zîhniyeta Kemalîst e û çavkaniya pirsgirêka Kurd e" bê guhertin.
Ev yek di navbera Şewirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum û Orhan Mîroglu, Mehmet Metîner û Abdurrahman Kurt de bû sedema nîqaşên tund.
Berteka Şêwirmendê Erdogan
Mehmet Uçumê Şewirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û bi tundî bertek da encamnameya HUDA PARê û ew komxebat wekî "îxanet"ê bi nav kir û got:
"Li hemberî armanca Tirkiyeya bê teror îxanet bi bêşermî zêde dibin.
Bandora Înîsiyatîva Dewletê ya ku bi tevgerên Birêz Bahçelî û nêzîkatiyên Serokkomar Erdogan ên 1ê Çiriya Pêşîn û vir ve ket meriyetê ev e ku hemû alîgirên projeya parçekirina emperyalîst yek bi yek hatin eşkerekirin.
Yên ku di qonaxa nû ya destpêkirî de ji bo jiholêrakirina bingehîn a pirsgirêka terorê îstîsmar dikin, di bêedebiyê de gihiştin lûtkeyê.
Yên ku qaşo bi navê komxebata çareseriya însanî, projeya pirsgirêka Kurd a derve ya emperyalîst a ku armanca wê parçekirina Tirkiyeyê ye wekî referans wergirt, di daxuyaniya xwe ya dawî de bi awayekî vekirî û bêşerm îlan kir ku ew alîgirên parçekirina Tirkiyeyê ne."
TERÖRSÜZ TÜRKİYE HEDEFİNE İHANETLER ARSIZCA ARTIYOR!
— Mehmet Uçum (@mehmetucum) February 16, 2025
1 Ekim ve devamında Sayın Bahçeli’nin hamleleri ve Cumhurbaşkanı Erdoğan’ın yaklaşımlarıyla devreye giren Devlet İnisiyatifinin bir etkisi de bütün emperyalist bölünme projesi yanlılarının bir bir deşifre olmasıdır.
Terör…
"Bila kes serî li fêlbaziyê nede"
Parlamenterê berê yê AK Partiyê Mehmet Metîner piştî vê postê bêyî ku nav bide li ser hesabê xwe yê Xê bersiv da Mehmet Uçum û diyar kir:
"Ez endamê AK Partiyê me, ne yek ji wan kesan im ku xwe AK Partiyî nîşan didin.
Ez di her platformên ku beşdarî wan dibim de yek ji wan kesan im ku ruhê damezirîner ê Serok (Reîs) û AK Partiya me diparêzin.
Min di axaftina xwe ya ku min di çalakiya HUDA PARê ya li Amedê de pêşkêş kir de jî heman ramanên xwe anîn zimên ku min heta niha di nivîsên xwe yên quncikan û li ser ekranan de parastine."
Metîner diyar kir ku ew pênaseya "meseleya Kurdan" şaş dibîne û got, "Ez bawer dikim ku têgihiştina 'Yek dewlet, yek milet, yek al û yek welat' li gorî baweriya me û tecrubeya me ya dîrokî ye.
Ji ber vê yekê daxwazên federasyon û xweseriya li ser bingeha etnîkî dê bibin sedema perçebûnê."
Metîner diyar kir ku divê zimanê fermî û zimanê perwerdeyê tenê Tirkî be û destnîşan kir ku zimanên din dikarin di qada giştî de bên fêrkirin û hînkirin û pê de çû:
"Cudakirina bajarên me wekî yên Tirk an Kurd şaş e. Em him Tirk him Kurd him jî Ereb in, em bi hev re Tirkiye ne."
Metiner piştgirî da banga Bahçelî ya ku "divê PKK bêyî merc çekên xwe deyne" û got:
“Bila derfetê wekî xenîmetê nebînin û fêlbaziya ku bi kevirekî çend çûk kuştinê nekin.
Ez dixwazim wekî gotina dawî bibêjim: Ez zimanê daxuyaniya dawî ya çalakiyê napejirînim.
Ez hinek pênasekirinên ku li wir hatine kirin û hin daxwazan red dikim ji ber ku ez wan li dijî têgihiştina xwe dibînim."
O BİRİLERİNE CEVABIMDIR
— Mehmet Metiner (@MetinerBasin) February 16, 2025
Ben AK Partiliyim, AK Partili görünenlerden değilim.
Katıldığım her platformda da Reis’imizin ve AK Parti’mizin kurucu ruhumuz ve misyonumuz çerçevesinde dediklerini aynen savunan bir AK Partiliyim.
Diyarbakır’da HÜDA PAR’ın düzenlediği çalıştayda…
"Gelo hinekan dengê derbeyê bihîst"
Endamê Komîsyona Navendî û Biryarder a AK Partiyê Orhan Mîroglu ku beşdarî konferansê bûbû jî bertek da Mehmet Uçum û got:
"Ez yek ji wan siyasetmedarên AK Partiyê bûm ku beşdarî çalakiya HUDA PARê ya li Amedê bûm.
Min axaftineke silavdanê kir, min li panela yekem guhdarî kir û ji ber bernameyên min ên din ez piştî panela yekem veqetiyam.
Min daxuyaniya dawî di van saetan de xwend, hûn dikarin bipejirînin an jî nepejirînin.
Lê ma gelo cewhera ku hûn jê re dibêjin diyalog, muzakere û demokrasî ne azadiya îfadekirina ramanên cuda ye?
Ji ancamnameya komxebatekê bi gotina nemerd dest pê kirin û encam derxistin, ji min re wekî hinceteke ku dixwaze tiştekî bide xuyakirin tê! Gelo hinekan dengê pêlên derbeyê bihîst ku hewl didin Kurdan bikin hincet?!
Lê mixabin ev hevalê me her car dîrok û têkoşînên têkildarî Kurdan, bîra têkiliyên Tirk û Kurdan înkar dike, di nav cîhana ramanan a nijadperestan de diçe û tê ku hîn jî 'Kart-Kurt'ê diparêzin û rastiya Kurd a li hewşa me ya paş jî bi peyvên bêwate yên wekî 'pirsgirêka derve ya Kurdên emperyalîst' tîne zimên û parvekirinên ku rûmetê dişkînin dike.
Armanca êrişkirina bi vî awayî ya li ser wan kesên ku ji bo 'Tirkiyeya bê teror' berdêlên herî giran dane û navên wan ji lîsteyên îdamê derneketin, nikare 'Tirkiyeya bê teror' be!"
HÜDA- PAR’ın Diyarbakır’daki çalıştayına katılan AK Partili siyasetçilerden biriydim.
— Orhan Miroğlu (@OrhanMiroglu) February 16, 2025
Bir selamlama konuşması yaptım, ilk paneli dinledim ve başka programlarım nedeniyle ilk panelden sonra ayrıldım.
Sonuç bildirisini şu saatlerde okudum, katılırsınız veya katılmazsınız.
Ama…
Kurt: Ne hewce ye hûn bikişînin deriyê xwe
Parlamenterê berê yê AK Partiyê Abdurrahman Kurtê ku beşdarî çalakiyê bûbû jî li ser medyaya civakî bersiv da Mehmet Uçum û biland:
"Mehmet Beg, di çarçoveya bernameyê de ji bo Misilmanan hat axaftin, ne hewce ye hûn bikişînin deriyê xwe. Ne tiştekî li ser we bû."
Mehmet bey programın kapsamında Müslümanlar için konuşuldu üzerinize alınmanıza gerek yok.Sizlik bir şey değildi https://t.co/UWE9WxNhJY
— abdurrahman kurt (@ab_kurt) February 16, 2025
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse