SEMSÛR: Piştî erdhejê xelk di sir û seqemê de li stargehekê digerin

17-02-2023
Nayîf Remezan
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Erdhej Semsûr
A+ A-

Semsûr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê ku erdhejê bandoreke mezin lê kiriye, bi hezaran nişteciyên bajêr yên ku ji erdhejê rizgar bûne ji xwe re starekê diger in. Ji boqurbaniyên erdhejê li Semsûrê 10 konbajar têne avakirin ku tîmên Herêma Kurdistanê jî di avakirina wan de beşdar in.

Xêzaneke xelkê Semsûrê ne. Ev zaroke hê jî nizanît babê xo ji dest daye. Xema wê bi tenê têrbûna zikê wê ye. Lê ji bo dayika wê rewşeke bi zehmet e. Hevjîn, dayik û du bira ji dest dane. Bi tenê li vê kempa navenda bajar dest bi jiyaneke tijî zehmet dike.

Nişteciya Semsûrê Zehra berça “Me malbata xwe hemî wenda kir û hemî çûn. Merivên mala mêrê min hemî çûn û malla bavê min jî hemî çûn û yên ku me wenda kirin jî pir in.”

Xelkê Semsûrê bê av û bê elektrîk li ser cadeyan dimînin. Ji bo xwe germkirin û dirustkirina xwarin û  vexwarinan ev sobeye li ber destin. Zarok û genc û pîr perîşan mane di vê rewşê da. Ev kon ji bo du malbatên ku ji 10 neferan pêk hatîne tê çêkirin.

Nişteciyê Semsûrê Mhemmed mistefa got “Xewa me nayê, em ditirsîn û sar e. Zarok digrîn ditirsin. Ka çewa xewa me bê.”

Kar li ser çêkirina 10 kempan tê kirin. Tîmên Herêma Kurdistanê tê de beşdar in û beşek ji wan kampan di qonaxên despêkê de ne û hinek jî bi dawî bûne.

Berpirsê amêrekan le Kompanyayî Kavîn Grûpê Saqî cadir diyar kir “Tîmên me li 8 cihan kar dikin ji bo danîna kempan, ji bo rastkirina cihên wan. Vê gavê me 3 cihan bi dawî aniye.”

Bêhtirî 80٪ xelkê Semsurê malên xwe ji ber erdhejê bicih hiştine. Bi hezaran jî kes û karên xwe ji dest dane û mînakên wek Mam Yûsif pir in ku hevjînên xwe ji dest dane û bi tena serê xwe rû bi rûyê sermaya dijwar zivistanê mane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst