Bi biryara wezaretê weşana 29 kanalên herêmî tên rawestandin

17-01-2023
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a Herêma Kurdistanê ragihand ku weşana 29 televizyon û radyoyên herêmî heta dema nûkirina lîsansa wan tê rawestandin.

Li gorî talîmata bi jimare 112 ku ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Ragihandin û Weşanê ya Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan ve di 16-1-2023 de hat dayîn, biryar hat dayîn ku weşana 29 televîzyonên navxweyî bên rawestandin.

Di metna talîmatê de derbarê kanalên ku lîsansa xwe nû nekirin de li gorî xala 5emîn a benda yekem ji madeya 3emîn a talîmatnameya jimare 1 a sala 2014 a Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a taybet bi rêkxistina frekansê li Herêma Kurdistanê, amaje bi nivîsa Rêveberiya Ragihandin û Çap û Weşanê ya Hewlêrê ya jimare 31 a di 10-1-2013 de, ji ber kanalên navê wan di lîsteya pêvek de hatiye lîsana xwe nû nekirine, ev biryar hatin dayîn:

- Rawestandina weşana normal heta ku lîsansa xwe nû bikin

- Ev biryar ji roja ku hatî derxistin derbasdar e.

Berdevkê Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a Herêma Kurdistanê Namîq Hewramî roja Duşemê 16ê Çileya 2023 ji Rûdawê re ragihand, li gorî biryara ku li ser rêkxistina derbarê yasaya ragihandinê de hatiye standin, weşana kanalên televizyonî û radyoyên pêwendîdar dê heta lîsan têne nûkirin, were rawetandin.

Namîq Hewramî got: “Di çarçoveya rêkxistina karê medyayê de divê kanalên medyayê xwedî lîsans û moleta karkirinê bin û lîsansa xwe nû bikin, ji bo van xebatan erkên aborî û qanûnî hene. Di lîsteyê de kanalên herêmî hene ku weşana wan heta ku lîsansa xwe nû bikin û prosedurên qanûnî temam bikin dê werin sekinandin.”

Li gorî daneyên Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan, li Herêma Kurdistanê 30 kanalên satelîtê, 127 televizyonên herêmî û 145 kanalên radyoyê hene.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst