Tirkiyeyê li ser biryara Îsraîlê ya derbarê Girên Golanê daxuyanî da

16-12-2024
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Girên Golanê Tirkiye Welatên Ereb
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta karên Derve ya Tirkiyeyê ragihand ku ew biryara Îsraîlê ya berfirehkirina sînorê Girên Golanê yên li Sûriyeyê şermezar dikin û ew ji vê pêşveçûna Îsraîlê nîgeran in.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê li ser hebûna Îsraîlê ya li Sûriyeyê daxûyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hat kirin ku çalakiyên Îsraîlê yên li Sûriyeyê  zerarê dighînin hewlên avakirina aştî û aramiya Sûriyeyê.

Her wiha wezaretê bangî civaka navneteweyî kir ku nerazîbûna xwe nîşan bide.

Wezareta karên Derve ya Tirkiyeyê  got, "Biryara berfirehkirina sînorê Girên Golanê bi armanca berfirehkirina sînorên Îsraîlê qonaxeke nû ye.

Ev gava Îsraîlê ku ketiye herêma cûdakirina Îsraîl û Sûriyeyê li dijî lihevkirina sala 1974an e.

Êrişên esmanî û pêşveçûna Îsraîlê ya li Sûriyeyê me nîgeran dike û em biryarê şermezar dikin."

Li gel vê yekê di daxuyaniyê de hat ragihandin ku divê civaka navneteweyî li dijî hemû çalakiyên Hikûmeta Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu nerazîbûna xwe nîşan bide ku wan çalakiyan bi dawî bike.

Li aliyê din, Erebistana Siûdî, Qeder û Îmarat jî di nav de gelek welatên Ereb biryara Îsraîlê ya berfirehkirina sînorê Girên Golanê yên li Sûriyeyê şermezar kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst