Li Şirnexê barhilgirek û otomobîlekê li keriya pez dan: 28 mih mirar bûn

16-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, doh bi şev 15ê Kanûna 2022ê barhilgir û otombîlekê li keriya pez dan û di encamê de 28 mih mirar bûn.

Li parêzgeha Şirnexê, doh bi şev 15ê Kanûna 2022ê di tunela li ser rêya Cizîr-Şirnexê ya li Çiyayê Cûdî de barhilgir û otombîlekê li keriyeke pez dan.

Di encama bûyerê de 28 mih mirar bûn û jinav çûn û bo demekê rê li ser hatin û çûnê hat girtin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û hêzên emnî bo cihê bûyerê hatin şandin.

Piştî mihên mirarbûyî ji nav rê hatin rakirin, rê li ber hatin û çûnê hat vekirin û hatûçû asayî bû.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst