Rêber Ehmed: Tevgerên PKKê destdirêjiyeke zelal e bo ser Herêma Kurdistanê

16-12-2021
RÛDAW
 Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed
Nîşan Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed Pêşabûr Rojava PKK Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand, tevger û reftarên PKKê li sînorê Pêşabûrê “destdirêjiyeke zelal e bo ser Herêma Kurdistanê” û diayr kir, “Em hêvîdarin bi lojîk tevbigerin û sînorek ji bo wan tevgeran bê danîn.”

Îro Pêncşembê 16ê Kanûna 2021an, Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di konferanseke rojnamevanî de behsa bûyera doh a li Deriyê Sînor ê Pêşabûrê yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê kir û ragihand: “Mixabin ew çend meh in îdareya Rojava ku ji aliyê PKKê ve tê birêvebirin, rê dide hin kesan ku bên û li deriyê sînor kom bibin û tevgerên gelek nehêja bikin, çend caran hewl dane sînor derbas bikin, lê dezgehên me li ser sînor bi sebr û aramî tevgriyane û ti bertekekî xirab nîşan nedane.”

Rêber Ehmed got, “Doh di navbera 100 ta 200 kesan hewl dan bi tundûtîjî sînor derbas bikin û bi dar, kevir û molotofan êrişî ser xalên me yên sînorî kirin û bi zorê derbas bibin, ev yek di peywendiyên navdewletî yên navbera du welatan, du herêman û du aliyan de ku li du sînorên cuda dijîn, destdirêjiyeke zelal e bo ser Herêma Kurdistanê. Li beramber vê jî saziyên me gelek bi rêkûpêk tevgeriyane.”

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê destnîşan kir, “Mixabin ew tevgera PKKê li ser sînor ku hewl dan sînor bigirin, wan sînor girtiye û sedema sereke ne bo ragirtina tevgera di navbera Herêma Kurdistanê û Rojava de. Em hêvîdarin di tevgerên wan de lojîk biserkeve û sînorek bo van corên tevgeran bê danîn.”

Roja Çarşembê 15ê Kanûna 2021an girseyek li aliyê Rojavayê Kurdistanê ku dema çend mehan e li deriyê sînorî yê Pêşabûr-Sêmelka ku yekane deriyê sînorî yê navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê ye, xwepêşandanek li dar xistin û piştre êrîşî hêzên ewlekariyê yên li aliyê Pêşabûrê kirin.

Rêveberê Deriyê Sînor ê Pêşabûrê Şewket Berbiharî derbarê bûyerê de daxuyaniyek nivîskî belav kir û têde ragihand, “Dema 3 mehan e bi biryara PKK du kon li xala sînorî ya Sêmalka ya di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê hatine vedan û rojane bi zorê xelk di wan konan de tên komkirin û bi bilindkirina ala û sembolên PKKê û dirûşmên li dijî Herêma Kurdistanê, wan kesan han didin.”

Şewket Berbiharî dibêje, “tevî hemû şerfirotinên PKKê, lê belê ji ber berjewendiyên giştî û berçavkirina rewşa xelkê xweştivî yê Rojava, em aram bûn û me ti bertekek nîşan neda.”

Bebiharî tekez dike, “lê belê mixabin roja Çarşebê 15ê Kanûna 2021an, bi vê yekê nesekinîn û bi zêdeyî 100 kesan û li ber çavên xelkê û Asayişa Sêmalka, bi molotofan û kevir û daran, li ser pira navbera Pêşabûr û Sêmalka ber bi sînorê me li Pêşabûrê êriş kirin, di encama van êrişan de hejmarek pasewan bi giranî birîndar bûn û camên otomobîla agirvemirandinê ya xala sînor jî şikandin.”

Di beşeke din a vê daxuyaniyê de Rêveberê Deriyê Sînor ê Pêşabûrê PKKê bi encamdana êrişên li ser deriyê sînor ê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê tohmetbar dike û dibêje, “Armanca PKKê ji vî karî tenê çêkirina aloziyê û têkdana rewşa Herêma Kurdistanê û rêgirî li berjewendiyên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ye. Pêşabûr yekane rêya hatin û çûnê ya xwîşk û birayên me li vê derê ye û rêya peydakirina debara xelkê Rojavayê Kurdistanê ye. Lewra PKK bi van karan û daxistina sînorê Pêşabûrê, dixwaze zirarê bigihîne xelkên sivîl ên Rojava û her ew bi xwe jî berirsyarê rawestandina hatin û çûn û girtina vî deriyê sînorî ne.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst