Hevseroka Şaredariya Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz hat girtin

16-12-2019
RÛDAW
Nîşan Qoser Mêrdîn Bakurê Kurdistanê HDP Nîlufer Elîk Yilmaz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Şaredariya Qoserê, Nîlufer Elîk Yilmaz ya ser bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve ku ji kar hatibû dûrxistin, qeyûm li şûna wê ‎hatibû danîn û 12ê Kanûnê hatibû desteserkirin, piştî hat dadgehkirin biryara girtina wê hat ‎dayîn û ew şandin girtîgehê. ‎

Nîlufer Elîk Yilmaz ji aliyê ‎Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve ji kar hatibû dûrxistin û qeyûm li şûna wê hatibû danîn.

Nîlufer Elîk Yilmaz ‎‎12ê Kanûnê hatibû desteserkirin û duh jî hat dadgehkirin. ‎

Dozgeriyê, Nîlufer Elîk Yilmaz bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" şande dadgehê kir û daxwaza girtina wê kir. ‎‎Duyemîn Dadgeha Cezayê Asliye jî piştî li îfadeya Yilmaz guhdar kir, bi hinceta xebatên KCDê û li ‎ser îfadeya 5 şahidên nehênî derbarê Yilmaz de biryara girtinê da û ew şand Girtîgeha Tîpa E ya ‎Mêrdînê.‎

Duh Yekşemiyê jî hevserokê berê yê Şaredariya Pirsûsê Xelîl Akbaş jî duh bi tometa ku, bi daxuyaniyekê danîna qeyûm ji aliyê dewletê ve li şûna xwe protesto kiribû, hat desteserkirin.

Hevserokê Şaredariya Pirsûsê Halil Akbaş ser bi Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di sala 2016an de bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ji kar hatibû dûrxistin û li şûna wî qeyûm hatibû danîn.

Akbaş piştre bi daxuyaniyekê danîna qeyûm protesto kiribû û di çarçoveya lêpirsînekê de li ser vê daxuyaniyê bi hinceta ku "propagandeya rêxistinê kiriye" hat desteserkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst