Liu Jun pesnê pêşveçûna li Herêma Kurdistanê da

16-10-2023
Nîşan Mesrûr Barzanî Konsulê Çînê yê Hewlêrê Liu Jun
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Konsulê nû yê Çînê yê Hewlêrê Liu Jun û şandeya pê re qebûl kirin.

Ofîsa Serokwezîriya Herêma Kurdistanê da zanîn ku Serokwezîr Barzanî ji ber erkê wî yê nû Liu Jun pîroz kiriye.

Liu Jun amaje pê kir ku Herêma Kurdistanê ji aliyên aramî û pêşveçûnê ve gelekî bi pêş ketiye û pesnê van pêşketinan da.

Liu Jun herwiha li ser projeyên wan ên di warên perwerde û bazirganiyê de yên ku ew dixwazin li Hêrêma Kurdistanê pêk bînin agahî dan.

Li aliyê din, Konsulxaneya Çînê ya Herêma Kurdistanê bi rêya hesabê xwe yê Xê ragihand ku Liu Jun, Serokwezîr Barzanî ziyaret kiriye.

Konsulxaneya Çînê herwiha da zanîn ku her du aliyan li ser “pêşvebirina pêwendiyên dostane yên Çîn û Herêma Kurdistanê” û “pêşbevirina hevkariya di navbera her du aliyan de” guftûgoyên berfireh kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst