Generalê malnişîn ê Amerîkayê: Mafê kurdan e xwe biparêzin

16-10-2017
RÛDAW
Nîşan Amerîka General Kerkûk Pêşmerge Iraq HEşda Şeibî Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Generalê malnişîn ê Amerîkayê Ernie Audino dibêje, mafê kurdan heye li hember êrîşên Heşda Şeibî berevaniya xwe bikin û eger pêwîst be Amerîka jî dikare hevkariya wan bike.

 

Generalê malnişîn ê Amerîkayê Ernie Audino derbarê rewşa Kerkûkê û êrîşên Hedşa Şeibî de ji Rûdawê re got: “Amerîkayê ji bo wê yekê çek nedaye Iraqê da ku êrîş bike ser gelê kurd. Mafê pêşmerge heye xwe biparêze.”

 

Bi nêrîna Audino eger êrîşên Heşda Şeibî berdewam bikin dê Amerîka helwest werbigre û qebûl nake bi serpereştiya Îranê li hember Kerkûkê êrîşeke wiha çêbibe.

 

Generalê malnişîn ê amerîkî got: “Amerîka naxwaze bi lezgînî were nav mijarê. Dixwaze bibîne ka Hewlêr dikare berevaniya xwe bike yan ne. Ez piştrast im, ku dê rêveberiya Trump vê helwesta Bexdayê qebûl neke.”

 

Ernie Audino got: “Misogere, ku Îran dixwaze Amerîkayê ji Iraqê derbixe.”

 

Agahiyên zêdetir tên…

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst