FEDAŞê li Dêrsimê 32 karker ji kar derxistin: ‘Me rûbirûyî birçîbûn û hejariyê dikin’

16-09-2023
Ali Haydar Gozlu
Wêne: Elî Heyder Gozlu
Wêne: Elî Heyder Gozlu
Nîşan FEDAŞ Dêrsim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nêzîkî 40 rojî ye ku karkerên FEDAŞê yên parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê li hemberî şertên giran ên kar û mûçeyê kêm di grevê de ne.

Çalakiya karkeran berpirsên Kompanyaya Xizmetên Elektrîkê ya Firatê (FEDAŞ) aciz kiriye.

FEDAŞ, li şûna ku daxwazên wan cîbicî bike, berî çend rojan 17 û roja pêncşemê jî 15 karker bi awayekî nehiqûqî ji kar derxistin.

Berdevkê Sendîkaya Enerjiyê ya Dêrsimê Şahîn Ozmen got:

“Di têkoşîna me ya 38 rojan de heta niha bi giştî 32 hevalên me ji kar derxistin.

Niha jî hişyariyan dişînin û dibêjin em dê we hemûyan ji kar derxin.

Dixwazin 125 karkeran ji kar derxin û 125 malan rûbirûyî birçîbûn û hejariyê bikin.”

Helwesta FEDAŞê di nav xelk, aliyên siyasî û saziyên Dêrsimê de bû sedema nerazîbûnan.

Li bajêr xwepêşandeneke berfireh a piştevaniyê ji bo karkerên FEDAŞê hat sazkirin.

“Dê li vir kes nemîne”

Welatiyê bi navê Cafer Yuksel jî anî ziman:

“Wan ev zarok ji kar avêtin, eger bêkar bimînin, dê ji vir birevin û herin Almanya û Kanadayê û li vir kes namîne.

Bila dengê van kesan bibihîsin, şerm e, em dê piştgiriya xwe bidomînin, em dê wan bi tenê nehêlin.”

Karkerên ji kar hatine derxistin dixwazin ku careke din vegerin ser karên xwe û şert û mercên wan bên başkirin.

“Me rûbirûyî birçîbûn û hejariyê dikin”

Karkerê FEDAŞê Eren Pınar li ser rewşa dawî got:

“Pirsgirêkên debarê, zextên li cihê kar û şert û mercên jiyanê, kompanya li ser yekê ji van daxwazên me jî nehat ser xetê.

Me jî ji ber ti rêyeke din nedît serî li çalakiyeke wiha da lê dema me ev yek kir jî em ji vê kompanyayê rizgar nebûn, niha hevalên me yên ji kar derdixin jî li gor madeyên ku çêkirine derdixin.

Wate li wê kompanyaya wan a em lê birçî, piştî ku ji kar derdixin jî me rûbirûyî birçîbûn û hejariyê dikin.”

Li Dêrsim û navçeyên wê zêdetirî 100 karkerên kompanyaya belavkirina elektrîkê hene û 14 hezar lîre mûçe werdigirin ku derdora 520 dolarî dike.

Karker dibêjin ew nikarin bi vî mûçeyî debara xwe bikin û daxwaza zêdekirinê dikin.

Bi gotina wan, FEDAŞê hişyarî daye wan hemûyan ku eger kar nekin dê hemû ji kar bên derxistin û li şûna wan karkerên ji bajarên din bixebitin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst