Li kampa penaberan çîroka serkeftina koçberê Rojavayê Kurdistanê

16-05-2023
Helebja Sadon
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Kampa Kewrgosk Rodî Elî Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xwendekarekî penaber ê ji Rojavayê Kurdistanê ku li Kampa Kewirgoskê Herêma Kurdistanê dijî li ser asta qezaya Xebatê ya Hewlêrdi pola 9ê de bû yekem.

Xwendekarê bi navê Rodî Elî xelkê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye û niha li kampa Kewrgosk ya penaberên rojavayê Kurdistanê dimîne.

Hez û hêviyên Rodî ji bo xwendinê tu caran ranewestane, ev yek jî alîkar bû ku bibe yekemê pola 9ê li ser asta qezaya Xebat a Hewlêrê.

Nêzîkî 8 sala in, penaber e li gel malbata xwe li Kampa Kewrgosk a li Herêma Kurdistanê.

Elî di jora xwe de, piraniya demên xwe di nava pirtûkan de derbas dike. Piştî salek ji xwendin û mandîbûn, bi têkrayê 99.2, Rodî Elî pileya yekem li ser astê qezaya Xebat bidest dixe.

Rodî Elî dibêje "Min rojane 3 demjimêran li dibistanê dixwend û piştre dema dihatim malê, min 4 demjimêran li malê jî dixwend. Roja piştre, berî ez herim dibistanê, min nêzîkî 2 demjimêran dixwend û ji nû diçûm dibistana xwe."

Malbata Rodî Elî xelkê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ne.

Bavê Rodî kasibkar e, lê dayik û bav gav bi gav li gel alîkarbûn di serkeftina wî de.

Îlham Elî Dayika Rodî diyar kir "Min û bavê Rodî tenê heta 6 bineretî xwendiye, lê em gelekî hez li xwendinê dikin. Ji bilî Rodî, me 6 zarokên din jî hene û her hemû yekem in di dibistanên xwe de."

Bi gotina Rodî, kilîlên her serkeftinekî, danina armanc û pilanên baş e.Dawî jî serkeftin misoger dibe.

Rodî Elî got jî "Min xwe dûrî hemû tiştan kiribû. Di demên bihinvedanan de, min dixwend, herweha min xwe dûrî telefon, Înternet û hevalan jî kiribû."

Diyar e xewnên Rodî Elî de ji sînorê kampa ku tê de dijî mezintirin, dixwaze wî sînorî bişkîne û beriv cîhaneke mezintir û berfirehtir ve biçe, lewma niha xwendin û pirtûk ji xwe re kirine nêzîktirîn heval.

Dîwarên vê dibistanê ji bilî Rodî, 110 xwendekarên din yên Rojavayê Kurdistanê li pola 9 li xwe digirtin, rêjeya derçûnê 80% bû.

Li gor amarên sendîkeya mamosteyên Kurdistan Sûriya, 35 hezar qutabiyên Rojavayê Kurdistanê xwendina xwe li Herêma Kurdistanê dikin, ji wê hejmarê nêzîkî hezar 500 qutabî yên pola 9ê bûn.

Li gor amarên ku ketinê destê me, îsal li seranserê Herêma Kurdistanê nêzîkî 20 qutabiyên Rojavayê Kurdistanê têkrayê nimreya wan 95%ê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst