HSD: Li Hesekê serkirdeyekê şaneyeke DAIŞê hat girtin

16-05-2023
RÛDAW
Nîşan HSD Heseke Operasyon DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi ragihand ku yekîneyên taybet operasyoneke ewlehiyê li bajarokê El Deşîşe yê başûrê Hesekê encam da, û di encamê de şaneyeke DAIŞê ji nav bir.

Her li gorî ragihandina Navenda Ragihandinê ya HSDê, ew operasyon bi rêya hewayî û bejahî ji aliyê Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî pêk hatiye, û di encamê de serkirdeyekê şaneyeke DAIŞê û kesekî din pêre bû girtine.

Herwiha Hêzên Sûriya Demokrat ragihand “Serkirdeyê DAIŞê berpirsê êrişên terorîst ên li dijî hêzên leşkerî, ewlehî û sivîlan e û li ser ewlehiya navçeyê kesekî bi metirsî bû.”

Di heman demê de HSDê da zanîn ku di operasyonê de, dest bi ser çek, amûrên teknolojî, belgeyên ku têkiliyên wî bi DAIŞê re nîşan dide, de hatiye girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst