Ji bo nasandina cihên geştyarî yên Şirnexê pêngaveke nû

16-05-2022
RÛDAW
Cihên geştyarî yên Şirnexê tên nasandin
Cihên geştyarî yên Şirnexê tên nasandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, di çarçoveya danasîna herêmên geştiyariyê de 10 navçeyên nû li lîsteya geştyariyê hatine zêdekirin. Ji bo danasîna cihên nû dê heta meha Hezîrana 2022ê 20 geşt bên kirin.

Bi dehan geştyarên xwecihî û derveyî bajêr, li navçeya Qilabanê ya Şirnexê beşdarî gera nav Geliyê Goyan bûne û li beramber  bedeweiya  xwezaya  deverê matmayî mane. Geştyar li lûtkeyên çiyayên bilind govendê jî digerînin. Herwiha ji bo danasîna cihên nû  heta meha Hezîranê , wê 20 geşt bêne kirin.

Akademîsyenê Beşa Geştyariyê ya Zanîngeha Şirnexê Sedat Çelik got: “Ji dema ku cih hatin destnîşankirin, me wek zanîngehê bi hevbeşên xwe re gelek bernameyên geştê amade kirin û bo kompanyayên geştê şandin.”

Bi dehan geştyarên xwecihî û ji derveyî bajêr li navçeya Qilabanê ya Şirnexê beşdarî gera nav geliyê Goyan bûn. Geştyar li beramber xwezaya nuwaze ya ji cihê niştecîbûnê dûr matmayîbûna xwe tînin ziman.

Geştyar Filiz Tolu got: “Me her dem laleyên sernexwîn di wêneyan de didît, lê vê carê em hatin wê bi xwe bibînin. Gelek nuwaze ye, ti cudahiya wê ji Swîsreyê nîne. Em ji gundê Nîr heta vêderê 4 demjimêran meşiyan. Hatina vêderê jî hêsan e.”

Geştyar di dema geştê de di nav çem û rûbar û geliyan re derbas dibin, seyranê dikin û li lûtkeyên çiyayên bilind govendê digerînin.

Navçeya Cizîrê ya Şirnexê xwedî dîrokeke kevn e û gelek berhemên dîrokî yên wek Mizgefta Mezin, Medreseya Sor, Gora Mem û Zîn, Birca Belek, Gora Nûh Pêxember û Gora Melayê Cizîrî lê hene. Herwiha Newala Dojehê û Kela Finîkê yên li navçeyên Hezex û Basayê cihên xwezayî yên geştyarî yên gelekî nuwaze ne û hêjayî dîtinê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst