Tozbarîn gihîşt Herêma Kurdistanê

16-05-2022
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Tozbarîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Keşnasiyê ya Herêma Kurdistanê ragihandiye, îro Duşembê li Herêma Kurdistanê tozbarîn dest pê dike û dê piştî nîvro tozbarîn dijwartir be û bandora wê zêdetir derkeve.

Li gor Keşnasiya Herêma Kurdistanê, îro Duşembê 16ê Gulanê bilindtirîn pileya germiya hewayê dê 30 û pileya herî nizim jî 16 be, herwiha esman jî dê piranî saf û hinek deman bi ewr be, tozbarîn di danê sibehê de zêde û dijwar dibe lê paşê dê hêdî hêdî kêm bibe.

Li parêzgehên Silêmanî û Helebceyê jî pileya herî bilind a germiya hewayê 29 û pileya herî nizim jî 15 dibe, esmanê navçeyê jî dê piranî saf û hinek deman bi ewr be û danê sibehê dê tozbarîn dijwar be.

Rêveberê Keşnasiya Silêmaniyê, Aso Kemal derbarê pêla nû ya tozbarînê li parêzgehên herêma Kurdistanê û bi taybet jî li parêzgeha Silêmaniyê ji Rûdawê re got, “Ji roja Yekşembê ve li navçeyên naverast a Iraqê ve tozbarîn dest pê kiriye û îro bandora wê li ser Herêma Kurdistanê diyar dibe.”

Têkildarî bandora tozbarînê jî, Aso Kemal diyar kir, “Bandora wê gelekî zêde nabe û pir berfireh nabe, lê dê asta dîtinê kêm bibe.”

Li parêzgeha Duhokê jî pileya herî bilind a germiya hewayê 29 û pileya herî nizim jî 15 dibe, dê tozbarîn li sînorê wê parêzgehê sivik û kêm be.

Herwiha li Kerkûkê jî pileya herî bilind a hewayê 34 û pileya herî kêm jî 19 dibe û ji destpêka sibehê ve tozbarîn dijwar dibe û dê paşê ber bi demên êvarî re hêdî hêdî kêm bibe.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst