SILÊMANÎ - Mesrûr Barzanî, Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê qebûl kir

16-04-2025
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Îran Herêma Kurdistanê Foruma Silêmaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Silêmaniyê Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê qebûl kir.

Foruma Silêmaniyê îro demjimêr 10:00an dest pê kir û dê sibe biqede.

Forum mêhvandariya gelek siyasetmedar û serkirdeyên bibandor dike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî tevlî forumê bû û li wir bi Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Seîd Xetîbzade re civiya.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser civîna Mesrûr Barzanî û Seîd Xetîbzade daxuyaniyek belav kir û ragihand:

“Di civînê de rewşa giştî ya Îraqê û herêmê û bipêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê hatin nîqaşkirin.

Her wiha tekezî li ser xurtkirina pêwendiyên dualî yên li ser bingeha berjewendiyên hevpar hat kirin.”

Di beşeke din a civînê de, “Gotûbêjên Komara Îslamî ya Îranê û Amerîkayê û girîngiya parastina ewlehî û aramiya herêmê” hatin nîqaşkirin.

Mesrûr Barzanî îro li Foruma Silêmaniyê di beşeke axaftina xwe de got:

“Îran lawaz nebûye, cîranê me ye, pêwendiyên me yên dostane bi Îranê re hene.

Li gel Amerîkayê jî dostaniya me heye û her tim piştgirên me ne.”

Serokwezîr her wiha anî ziman:

“Em rêzê li pêwendiyên xwe yên bi Îran û Amerîkayê re digirin.

Bi ti awayî ne di berjewendiya Kurdan de ye ku bibin beşek ji pirsgirêkê.”

Foruma Silêmaniyê mêhvandariya gelek siyasetmedar û serkirdeyên bibandor dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst