Li Colemêrgê xelk gazinan ji rewşa aborî dike: Ez ji jiyana xwe bêzar bûm e

16-03-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Li Colemêrgê xelk gazinan ji rewşa aborî dike
Li Colemêrgê xelk gazinan ji rewşa aborî dike
Nîşan Colemêrg Aborî
A+ A-

Colemêrg (Rûdaw) - Li gorî amarên Rêveberiya Giştî ya Nifûsê, li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara herî zêde a gêncan li Colemêrgê ye.

Ji sedî 22ê xelkê Colemêrgê gênc in lê rejeya herî zêde gêncên bêkar jî dîsa li Şirnex û Colemêrgê hatiye tomarkirin.

Xelkê Colemergê li aliyekî dixwaze ku zêdetir geştyar bajarê wan ziyaret bikin lê li aliyekî din ji hikumetê dixwazin ku kargeh bêne vekirin û derfetên kar jî zêdetir bin.

Nûçegihanê Rûdawê Şewket Herkî li Colemêrgê pirsa vê yekê ji gêncan kiriye û bersivên wan jî ev in.

“Divê kargeh bêne vekirin”

Xwendekarê Beşa Aboriyê yê Zanîngeha Colemêrgê Hatîp Taşman got:

“Pêwîst e kargeh bêne vekirin. Divê  ji bo ciwanan rê bên vekirin eger ev yek neyê kirin ciwan tev diçin derve.

Wekî tê zanîn nifûsa herî ciwan a Colemêrgê ye.”

“Sedema xizaniyê ew e ku em Kurd in”

Welatiyê bi navê Bedel Acar ku ti karek wî nîne got:

“Xelkê Colemêrgê ji ber ku Kurd e û xelkekî bindest e.

Loma çi caran xizanî li vir xilas nabe, sedema xizaniyê ew e ku em Kurd in.”

“Ez ji jiyana xwe bêzar bûm e”

Bektaş Kurt jî da zanîn ku ew bêkar e û got:

“Xelkê Colemêrgê nivî zêdetir hejar e.

Ez li ser çopan (cihên ziblî) kar dikim û debara xwe peyda dikim.

Ez ji jiyana xwe bêzar bûme, ez li hemû saziyan digerim hema çi karek hebe ez dê bikim lê ka kar tine.”

“Pêwîst e derametê Colemêrgê ji bo xelkê colemergê be”

Endezyarê bêkar Mihemed Erçel jî got:

“Colemêrg cihê maden û petrolê ye lê ciwanên me li derve kar dikin.

Ez endezyar im û bêkar im. Pêwîst e derametê Colemêrgê ji bo xelkê colemergê be.

Divê xelkê bajêr li madenên Colemêrgê kar bike.”

“Em êdî nikarin ji bo zarokên xwe 2-3 kîlo goşt bistînin”

Welatî Sadî Marînus jî got:

“Li Tirkiyeyê nirxê pere ketiye û her tişt gelekî biha bûye.

Em êdî nikarin ji bo zarokên xwe 2-3 kîlo goşt bistînin.

Em dixwazin dewleta me bihayan kêm bike û mûçeyan zêde bike û pereyek bike nav bazarê û hejar kêmtir bibe.”

“Li Colemergê kar nîne”

Bêkar Omer Duran jî got:

“Tiştek, karek tine em bikin. Em hema vala vala li nav bazarê têne û diçin û vedigerin malê.

Li Colemergê kar nîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst