AMED - Avahiya xesardîtî bi ser a saxlem de ket

16-02-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Avahî Hilweşîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Rezanê ya Amedê, avahiya ku di erdhejê de xisar dîtibû, bi ser avahiyeke sexlem de hilweşiya û 7 malbat bê mal man.

Hat zanîn ku beriya 4 rojan bêyî ku tedbîrên ewlehiyê werin wergirtin, dest bi hilweşandina avahiyê hatiye kirin.

Rayedaran ragihand ku ew dê xisarê qerebû bikin.

Di erdheja 6ê Sibatê de li parêzgeha Amedê 5 hezar û 465 avahiyan xisareke mezin dît û ew avahî bi temamî hatin valakirin.

Wezareta Bajarvaniyê ya Tirkiyeyê dest bi xirakirina avahiyan kir û xebatên wan çend meh in berdewam dikin.

Yek ji wan avahiyan jî avahiya 7 qatî ya bi navê "Fîdan"ê bû. 

Avahiya Fîdanê ya li Rezanê di dema herifandinê de bi ser avahiyeke 2 qatî ya saxlem de hilweşiya.

Kolonên avahiya 2 qatî hilweşiyan û 7 malbat bê mal man.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst