Li Amûdê dronekê gundek bombebaran kir

16-01-2023
RÛDAW
Nîşan Amûdê Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê, droneke Trikiyê otomobîlek kir armanc. Li gor agahiyan zerar tenê maddî bûne.

Li gor zanyariyan, şeva Yekşemê 15ê Çileya 2023an droneke Tirkiyê gundê Birîva li navçeya Amûdê bombebaran kiriye.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, şeva bihorî droneke Tirkiyê gundê Birîva yê li nêzîkî Girê Mozan li navçeya Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê êrîşek pêk aniye.

Têkildarî bûyerê, li ser torên civakî hin wêne û zanyarî hatine belavkirin. Li gor hin zanyariyan, droneke Tirkiyê otomobîleke serbazî li wî gundê Amûdê kiriye armanc, lê zerar tenê maddî bûne.

Derbarê bûyerê de heta niha aliyên peywendîdar ên Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ti daxuyanî nedane.

Şeva 12ê Çileya 2023an jî li gundê Qermîtlo yê li başûrê Amûdê droneke bombebarkirî cihek kiribû armanc. Medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser derbarê bûyerê de ragihandibû, zirarên êrîşê tenê maddî ne, lê belê behsa ti hûrgiliyên din nekiribû.

Roja 10ê vê mehê jî, di navbera herdû bajarên Qamişlo û Heseke yên Rojavayê Kurdistanê de û li ser Rêya M4 deroneke Tirkiyê otombîlek kiribû armanc.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, ji destpêka 2023an ve û heta niha, hêzên Tirkiyê bi rêya 6 dronan navçeyên Rêveberiya Xweser kirine armanc, di encam de 4 kesan canê xwe ji dest dane û 3 kes jî birîndar bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst