Li Zanîngeha Dîcleyê beşa Kurdî venabe: Sedem nebûna mamosteyan e

15-12-2023
Abdulselam Akinci
Prof. Dr. Tahirxan Aydin û Prof. Dr. Osman Aslanoglû / Wêne: Rûdaw
Prof. Dr. Tahirxan Aydin û Prof. Dr. Osman Aslanoglû / Wêne: Rûdaw
Nîşan Zanîngeha Dîcleyê Kurdolojî Tahirxan Aydin Osman Aslanoglû Mamosteyên Kurdî
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Zaningeha Dîcleyê ya Amedê ji bo beşa Kurdolojiyê kadro nayên vekirin.

Saziya Perwerdeya Bilind (YOK) mamosteyên Kurdî erkdar nake û beşa lisansê ya Kurdî nayê vekirin.

Beşa Kurdolojiyê li Zaningeha Dîcleyê sala 2012an vebûye lê Serokê Beşa Kurdolojîyê Prof. Dr. Osman Aslanoglû tekane mamosteyê bi kadro yê beşê ye.

Ji bo beşa lîsansê vebe divê herî kêm 3 mamosteyên ku doktoraya xwe yan jî doçentiya xwe bi Kurdî kirine ji bo beşê werin tayînkirin.

Lê tevî ku wan heta niha 3-4 caran serî li YOKê daye jî ti encam nehatiye bidestxistin.

“Mixabin pirsgirêk derdikeve”

Serokê Beşa Kurdolojîyê Prof. Dr. Osman Aslanoglû got, “Mamosteyên zaningehên din an jî beşên zanîngehên din gelekî çalak in, gelekî aktîf in.

Hem hejmara mamosteyên wan zêde ye hem xebatên wan bi saya wan mamosteyan zêdetir dibin.

Di vî warî de jî em hinekî zeîf dimînin. Rektoriya me jî zaningeh jî dixebite lê li cîhekî disekine mixabin pirsgirêk derdikeve.

Ji ber wê her dem hêviyên me hene ku mamosteyên me temam bibin zêde bibin. Ne tenê sê mamoste bin hejmara wan wekî zaningehên din zêdetir bibe. Em ji bo vê dixebitin.”

Di Kurdolojiya Dîcleyê de di halê heyî de tenê lisansa bitez û doktoraya Kurdî tên kirin.

Ji ber mamosteyên beşa Kurdî nînin ji bo dersen master û doktorayê jî ji beşa îlahîyatê, ji beşa hiqûqê û ji beşa îktîsadê mamoste dikevin dersên Kurdî û pirsgirêk jî bi wî awayî çareser dibe!

“Ma ne eyb e 25-30 xwendekarên Kurdî nebin”

Mamosteyê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Tahirxan Aydin wiha anî ziman:

“Li Zaningeha Dîcleyê em behsa 40 hezar xwendekarî dikin. Ma ne eyb e 25-30 xwendekarên lîsansê di nav van 40 hezar xwendekaran de nebin.

Ez wekî mamosteyê beşa Erebî alîkariyê didim beşa Kurdî. Ez dikevim dersên masterê. Ez dikevim dersen doktorayê.

Herwiha şêwirmendiya 16 xwendekarên master û doktorayê dikim. Mamosteyê beşê bi xwe şêwirmendiya nêzî 30 xwendekarî dike ku tiştekî ne mimkin e.

Bi rastî giran e, barekî giran e, meriv nikare bi rêk û pêk şêwirmendiya ji 5-6 xwendekaran zêdetir bike, zehmet e. Gava ku wisa dibe kalîteya perwerdê dikeve mixabin.”

Demekê berî niha dîsa serlêdan ji bo Saziya Perwerdeya Bilind (YOK) hatiye kirin ku ji bo Kurdolojiya Dîcleyê kadroyan vekin û hejmara pêwîst a momosteyan tayîn bikin.

Niha rêvebiriya Kurdolojiyê li bendê ye ku encameke erênî bi dest bixe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst