Mûş - Navê Kurdolojiyê heye lê staj û mamoste nînin

09-02-2025
Omer Sonmez
Xwendekarên dibistaneke Mûşê /Wêne: Rûdaw
Xwendekarên dibistaneke Mûşê /Wêne: Rûdaw
Nîşan Mûş Kurdî Xwendekar Kurdolojî Dersa Bijarte
A+ A-

Mûş (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê tevî ku li zanîngeha bajêr beşa Kurdolojiyê heye jî mamosteyekî Kurdî bi fermî nehatiye tayînkirin.

Hem xwendekarên beşê nikarin staja mamostetiyê bikin, hem jî xwendekarên ku dersa bijarte ya Kurdî hilbijartine nikarin dersa Kurdî bibînin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serlêdanên ji bo dersên zaravayên Kurmancî û Kirmanckî 3yê Sibatê dest pê kir û dê heta 17ê Sibatê berdewam bike.

Tîma Rûdawê ji bo xebat û kampanyaya dersa bijarte ya Kurdî ev çend roj in li bajarên herêma Serhedê yên wekî Çewlîg û Mûşê digere.

Lê wekî bajarên din, ji ber ku li Mûşê jî xebat û kampanyayeke birêkûpêk nîne, xelkê Mûşê zêde hay ji dersa bijarte nîne.

Lê belê ew dixwazin zarokên wan li dibistanan fêrî zimanê xwe bibin.

Mûş yek ji bajarên girîng ên herêma Serhedê ye.

Wekî bajarên din ên Serhedê li navend û gundan zimanê bazarê Kurdî ye.

Lê ji ber nebûna perwerdeya bi Kurdî, zimanê piraniya zarok û ciwanan li dibistan û kolanan êdî Tirkî ye.

Xwendekarê bi navê Ahmet wiha anî ziman, "Ez Kurmancî dizanim. Em dersa Kurmancî dixwazin."

"Ez dixwazim li dibistanê fêrî Kurdî bibim"

Xwendekar Zeynep Adayê got:

"Ez Kurdî fêm dikim lê nikarim biaxivim.

Mesela te ji min re got, tu Kurdî dizanî? Ez pir nizanim lê ez dixwazim li dibistanê fêrî Kurdî bibim."

Xwendekar Adem Altin anî ziman:

"Ez wekî zimanê dayîka xwe Kurmancî dizanim.

Dema zarok zimanê min nizanibin ez Kurmancî hînî wan dikim."

Xwendekarê bi navê Welî wiha axivî:

"Ez diçim pola 4an. Ez Kurmancî li gund hîn bûm. Ez dixwazim Kurmancî dersê bibînim."

Xwendekar Ahsen Olagonê jî got:

"Ez Kurdî fêm dikim lê nikarim biaxivim lê ez dixwazim hîn bibim.

Ez di serî de dixwazim dersa Kurdî dû re jî dersa muzîkê ya piyanoyê bibînim."

Serlêdana dersa bijarte ya Kurdî ku 3yê Sibatê dest pê kir dê heta 17ê Sibatê berdewam bike.

Li navenda bajêr ji bo dersa Kurdî tenê çend afîşên agahdarkirinê yên HUDA PARê hene.

"Haya me ji dersa Kurdî nîne"

Welatî Yakup Yildiz jî li ser dersa Kurdî da zanîn:

"Haya me ji dersa Kurdî nîne, hebe baş e. Zimanê me ye."

Welatî Mihemed Toplu diyar kir:

"Ez bi neviyên xwe re bi Tirkî xeber didim.

Ji ber ku ew bi Kurmancî nizanin lê eger li dibistanê dersa Kurmancî bidin pir baş e."

Li gorî agahiyên ne fermî, sala par li Mûşê 5 polên dersa Kurdî vebûne.

Lê belê tişta balkêş ev e, li gel ku li zanîngeha bajêr beşa Kurdolojiyê heye jî bi fermî hîn mamosteyekî zimanê Kurdî nehatiye tayînkirin.

Hem xwendekarên beşê nikarin staja mamostetiyê bikin, hem jî xwendekarên ku dersa bijarte ya Kurdî hilbijartine nikarin dersa Kurdî bibînin.

Dersa bijarte

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serlêdana hilbijartina dersên bijarte yên ku di sala perwerdeyê ya 2025-2026an de li dibistanên navîn yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bên dayîn berdewam e.

Serlêdanên ji bo dersên zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên kurdî dê heta 17ê Sibatê berdewam bikin.

Li dibistanên Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê di nava dersên bijarte de zaravayên Kurmancî û Kirmanckî jî hene.

Xwedekarên polên 5, 6, 7 û 8an dikarên heta 17ê Sibatê dersên Kurdî hilbijêrin.

Li Tirkiyeyê mafê hilbijartina dersa Kurdî sala 2012an di bin sernavê 'Ziman û Zaravayên Zindî' de dest pê kir.

Li gorî vê guherînê, li her dibistaneke ku 10 xwendekar dersa Kurdî hilbijêrin dewlet mamosteyekî erkdar dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst