Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê ji bo hinartina petrolê amade ye

15-11-2023
RÛDAW
Nîşan Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di civîna Encûmena Wezîran de li ser danûstandinên destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê axivî.

Mesrûr Barzanî li ser pirsa petrolê tekez kir ku Herêma Kurdistanê di çarçoveya desthilat û mafên destûrî de amade ye ku di demeke kurt de dest bi hinartina petrolê bike.

Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiya, di civînê de Cîgirê Serokwezîr Qûbad Talebanî jî amade bû.

Li gorî daxuyaniya hikûmetê, rojeva yekem a civînê gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê yên li ser destpêkirina hinartina petrola Kurdistanê bû.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û wezîrên pêwendîdar li ser encamên civînên 13 Çiriya Paşînê yên bi şandeya Îraqî ya bi serokatiya Wezîrê Petrolê Heyan Ebdulxanî re Encûmena Wezîran agahdar kir.

Mesrûr Barzanî di civînê de bal kişand ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê amade ye di çarçoveya rêzgirtina desthilat û mafên destûrî de di demeke kurt de hinartina petrolê ji nû ve dest pê bike.

Mesrûr Barzanî herwiha anî ziman:

“Em hêvîdar in ku aliyên pêwendîdar ên hikûmeta federal ji bo temamkirina amadekariyên destpêkirina hinartina petrolê lezê bikin xwe.”

Encûmena Wezîran piştevaniya xwe ya ji bo danûstandinên li ser vê pirsê dupat kir û tekezî li ser wê yekê kir ku divê mafên Herêma Kurdistanê bên parastin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst