PAK: Em Seyîd Riza û hevalên wî bi giramî bi bîr tînin

15-11-2021
RÛDAW
Nîşan PAK Seyîd Riza Komkujiya Dêrsimê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) di 84emîn salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî bibîr anî û ragihand “Helbete ku têkoşîna azadîya Kurdistanê bi qetlîam û jenosîdan ranewestîya ye.”

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi munasebeta 84emîn salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevalên daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand “Dewleta Tirkîyeyê bi dehhezaran jin û zarok û kal û pîr dane ber gulleyan, qetil kirine.”

PAK di daxuyaniya xwe de wiha dibêje:

84 sal berê, di roja 15.11.1937ê de rêveberê qehreman ê serhildana Dêrsimê Seyîd Riza û 6 hevalên wî li Elezîzê li Meydana Erase ya Genim hatin îdamkirin.

Dewleta Tirkîyeyê, digot qey bi kuştina Seyîd Riza û kurê wî Resik Huseyin, Husênê Demenanî, Hesen û Seyîd Husênê Qureyşanî, Elîyê Kalanî û Findik Axayê Yûsifanî, ewê gelê Kurd ê qedîm û xwedîyê kultureke bi hêz qir bikin û ji navê rakin. Helbete ku têkoşîna azadîya Kurdistanê bi qetlîam û jenosîdan ranewestîya ye.

Dewleta Tirkîyeyê bi dehhezaran jin û zarok û kal û pîr dane ber gulleyan, qetil kirine.

Bi gotina kesên ku qesasên qetlîamê bûne, bi jahra mişkan gelê me qir kirine. Lê Dewleta Tirkîyeyê her wekî yê Şêx Seîd û hevalên wî, ciyê mezelên Seyîd Riza û hevalên wî jî veşartin û heta îro jî cîhê mezelên wan nayê zanîn. Ev jî nîşana wê yekê ye ku Dewleta Tirkîyeyê çiqas ji rêberên miletê Kurd ditirse.

Helbete ku têkoşîna azadîya Kurdistanê bi qetlîam û jenosîdan ranewestîya ye.

Neviyên Şêx Seîd, Seyîd Riza, Xalid Begê Cibrî, Îhsan Nûrî Paşa, Qazî Mihemed, Mele Mustafa Barzanî îro jî alaya têkoşînê li her çar perçeyên Kurdistanê bi xwîna şehîdan, bi ked û xebata dilsozane ya welatperweran her bilind dikin.

Di 84emîn salvegere qetilkirina wan de, di şexsê Seyîd Riza de em hemû şehîdên Kurdistanê bi rêz û hurmet bibîrtînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst