KOMKUJIYA DÊRSIMÊ - 87 sal derbas bûn

04-05-2024
RÛDAW
Nîşan Komkujiya Dêrsimê Salveger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyeyê li Dêrsima Bakurê Kurdistanê berî 87 salan komkujiyeke mezin kir û bi deh hezaran Kurd qir kirin.

Kurdan li Dêrsimê bi rêberiya Seyîd Riza dest bi şoreş û serhildanê kiribû.

Di ser Komkujiya Dêrsimê re ku biryara wê 4ê Gulana 1937an li Parlamentoya Tirkiyeyê hatibû dayîn 87 sal derbas bûn.

Roja 4ê Gulana 1937an bi destê desthilata wê demê ya Tirkiyeyê, CHPyê li Parlamentoya Tirkiyeyê biryara “Tevgera Sirgûnkirina Dêrsimê” (Tunceli Tenkil Harekâti) hat dayîn û di çarçoveya wê biryarê de Komkujiya Dêrsimê hat kirin.

Roja 4ê Gulanê wekî salvegera Komkujiya Dêrsimê tê qebûlkirin û her sal li bajarên Tirkiye, Bakurê Kurdistanê û Ewropayê çalakiyên bibîranînê tên kirin.

Li gorî amarên fermî, di Komkujiya Dêrsimê de ku heta dawiya sala 1938an berdewam kir 13 hezar û 160 Kurd hatin kuştin û 11 hezar 818 kes jî hatin sirgûnkirin.

Seyîd Riza û hejmarek kesayetên navdar ên Dêrsimê 15ê Çiriya Paşîna 1937an li Xarpêtê hatin bidarvekirin lê hejmara kuştî, sirgûnî û gundên hatin wêrankirin ji amarên fermî gelekî zêdetir e.

Belgefîlma ji devê kesên bûne şahidên Komkujiya Dêrsimê “Domane 38” di Rûdaw TVyê de hat weşandin.

Belgefîlma “Domane 38” ku ji aliyê rojnameger û nûçegihanê Rûdawê Elî Heyder Gozlu ve di nav 6 mehan de hatiye girtin, yek ji belgefîlmên Rûdawê yên gelekî girîng e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst